Rêvebiriya rastgir a Bolsonaro ku bûye alavek kêrhatî ya sîstema neolîberalîzmê, ji bo pêşîgirtina li şewbê tevdîrên pêwîst nagire.
Gelê xwecî yên li Brezîlyayê koma herî jar e ku wê zirarê ji ber vê xemsariya mezin bibîne.
Pisporên tenduristiyê li ser vê meseleyê li zengila xetereyê didin û didin zanîn, krîza koronayê dikare di asta jenosîdê de bandorê li xweciyan bike.
Lêkolînerên ku tenduristiya xweciyan ji nêzîk ve dişopînin, diyar dikin endamên komên xwecî beriya vê krîzê jî herî zêde ji ber nexweşiyên pişikê jiyana xwe ji dest didan.
Herwiha lêkolîner dibêjin, gelek ji endamên xweciyan ne xwedî sabûn û avê ne û lewma jî nikarin destê xwe bişon.
Gelek bineciyên Daristanên Amazonê êdî ji hukumetê hêviya xwe qut kirine û bi tena serê xwe, xwe ji bo vî şerê manûnemanê amade dikin.
Hin endamên komên mezin, ji bo bikaribin pêşî li belavbûna vîrusa kovîd-19 bigirin, di nava xwe de komên biçûk ava dikin û li aliyên cihê yên daristanê bi cî dibin.
Ev komên nû, plan dikin hemû têkiliyên xwe bi bajaran re bibirin û heta dawiya krîza koronayê xwe li daristanan, biparêzin.
Lê ji niha ve ne diyar e, gelo daristana bûye çavkaniya jiyana wan wê carek din li wan were rehmê an na.
Hejmara gelên xwecî yên li Brezîlyayê beriya welêt ji aliyê ewrûpiyan ve bê dagirkirin li derdora 3.5 milyonî bûye.
500 sal piştî kolonizasyona Portûgaliyan, ew hejmar niha daketiye 800 hezarî.
Ev yek jî nîşan dide, jenosîda gelên xwecî bi sedan salan e bê navber dom kiriye.
Lê tirsa mezin ev e xweciyên ku zemanekî xwediyê vî welatî bûne, dibe ku heta qonaxa piştî şewbê êdî nikaribin hebûna xwe bidomînin.