Aktîvîstê xwecî 40 sal in di girtîgehê de ye

 

Aktîvîstê xweciyê amerîkî Leonard Peltier di girtîgehên Amerîkayê de 40 salên xwe bi dawî kir. Komîteya Navneteweyî ya Parastina Leonard Peltier (ILPDC) nameyeke Peltier weşand.

Di nameyê de têkoşerê azadiya xweciyan Peltier wiha nivîsî: “Di 6’ê Sibatê de wê 40 salên min ên di girtîgehê de bi dawî bibe! Ez 71 salî me û hîn jî ez di girtîgeheke ku xwedî ewlehiya bilind de me. Di temenê min de ez bawer nakim ku zêde dema min mabe”.

Peltier nameya xwe wiha domand: “ Ez bawer dikim ku girtîbûna min binpêkirina destûra bingehîn e û darizanda min a şaş a ji aliyê hikumetê ve ji jiyan û azadiya min jî girîngtir e. Ez bawer dikim ku her yek ji we ku ji bo azadiya min a IRMY têkoşînê dikin parçeyeke têkoşîneke mezintir a Gelên Xwecî ya ji bo maf, serdestî, û jiyana me ya ku di Peymanê de hatiye destnîşankirin e”.

images (1)

Leonard Peltier pêşengekî Tevgera Xwecî ya Amerîkan (AIM) bû ku di salên 1970’yan de bi xebata xwe ya polîtîk a berfireh hat naskirin. Di 1975’an de li ser daxwaza komeke xwecî, Peltier çû eyaleta Dakotaya Başûr. Li Pine Ridgee Peltier bi mebesta tevdîrên ewlekariyê ya ji ber nearamî û şîdeta di navbera komên cuda de xebat meşand. Di 26’ê Hezîrana 1975’an de di navbera endamên AIM, FBI û hêzên paramîlîter de pevçûneke çekdarî pêk hat. Di encama pevçûnê de du endamên FBI’yê û xweciyekê hat kuştin. Peltier bi pêkhatina vê pevçûnê hat sûcdarkirin û cezakirin.

Eger Peltier neyê efûkirin wê heta 2024’an di girtîgehê de bimîne. Hewldanên komîteya navneteweyî ya ji bo efûkirinê ligel serokê DYA’yê Barack Obama didome.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …