AFN: Divê li Kanadayê 60 ziman bibin fermî

 

 

 

Li Kanadayê serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn bi armanca rizgariya zimanên xwe, ji hikumetê daxwaza zêdekirina fonan kir.

Perry Bellegard ku serokê Meclîsa Neteweyên Yekemîn (AFN) e, da xuyakirin ku divê statuya fermî ji bo 60 zimanên xwecî yên li Kanadayê “armanca dawî” ya hikumetê be û ji bo rizgarkirina van zimanan ji mirinê, divê tedbîrên berfireh bên girtin.

AFN saziya koordîneyê yê 634 Neteweyên Yekemîn a Kanadayê ye û armanca wê temsîlkirina berjewendiyên van gelan e ku ji beriya kolonîkirina Kanadayê û heta niha li welat dijîn.

Li gorî lêkolîna Etnolojiyê li vî welatî nîvê zimanan bi xetereya jiholêrabûnê re rû bi rû ne û bi tenê çend ziman –cree, ojibwa û inuit-kêm zêde xwedî siberojeke baş in. Piraniya van zimanan bi tenê ji aliyê ji 1000’î kêmtir kesan ve tên axaftin .

afnnewlogo2

Li aliyekî din, ji bo vejîna hin zimanan hewldanên serfiraz jî tên meşandin. Yek ji van zimanan sencotenî ye ku li eyaleta British Colombiyayê tê axaftin. Beriya ku vî zimanî dikir ji holê rabûna, bi riya metodeke îmersiyonê ku di 2009’an de hat bikaranîn, axêverên vî zimanî hatin zêdekirin.

Li Kanadayê di asta federal de bi tenê îngilîzî û fransî zimanên fermî ne û ji ber vê statuya wan a bilind ji bo her du zimanan lêçûyinên mezin tên kirin.

Di demê dawî de rexneyên li dijî polîtîkaya hikumeta federal a Kanadayê ya li dijî xweciyan zêde dibin. Herî dawî Komîsyona Rastî û Lihevhatinê ku pênc sal berê hatibû damezrandin, di meha Hezîranê de raporekê ku tê de Kanada bi jenosîda çandî ya gelên xwecî dihat sûcdarkirin weşandibû. hat eşkerekirin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …