Facebook bi zimanê înûktîtut xizmetê dide

Di Roja Nunavut’de ku cejna xweciyên li bakurê Kanadayê ye hat diyarkirin ku wê sala bê Facebook bi zaravayên zimanê înûktîtût xizmetê bide.

Ji bo pêkanîna vê xizmetê Facebook ji niha ve bo wergera peyvên di malpera xwe de bi axêverên van zaravayan re têkilî datîne.

Berpirsên civaka nûnavût ên li welat di qenala televîzyonê CTV’ê de dan xuyakirin ku înûktîtût zimanê yekemîn ê herêmê Nûnawût e û gelek bikarhênerên Facebookê yên nûnavût wê ji vê xizmetê kêfxweş bibin.

Alukî Kotierk, serokê rêxistina mafên xwecî yê herêmê di derbara vê mijarê de wiha axivî: “Li ser medyaya civakî afirandina qadekê riyeke ku em dikarin zimanê xwe pêş ve bibin”.

Çend roj berê, Facebook ji bo zaravayeke înûktîtût ku li eyaleta Alaska ya li DYA’yê dihat axaftin xizmeteke bi vî rengî dabû destpêkirin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …