Xwecî ji serokê nû yê Meksîkayê bi hêvî ne

Serokê nû yê welat Lopez Obrador sozên girîng dabûn xweciyên welat. Di nava van sozan de naskirina mafê xwedîtiya erdên xweciyan jî heye.

Eyaletên herî xizan ên Meksîkaya federal li başûrê welat cî digirin û nifûsa piraniya van eyaletan ji xweciyan pêk tê. Eyaletên xwecî yên xizan ev in: Oaxaca, Chiapas, Puebla, Guerrero and Tlaxcala.

Li herêmên xweciyên xizan sîstema perwerdeyê ya bi qalîte nehatiye sazkirin, tenduristiya xweciyan ne di rewşeke baş de ye û koçberiya ber bi derve û şîdet li seranserê eyaletên navborî dom dike. Digel van probleman xwecî bi awayekî xurt xwe birêxistin kirine. Di salên 1960’an de Tevgera Chicano hatiye damezrandin. Digel ku ev ne tenê tevgereke xweciye jî gelek daxwazên wê yên wekî naskirina daxwazên xwedîtiya erdên cotkaran ji aliyê xweciyan jî tê daxwazkirin.

Rêxistina duyemîn a siyasî tevgera Zapatîst e ku di 1994’an de li eyaleta Chiapas hatiye damezrandin. Endamên vê koma çepgir a radîkal bi giranî gundiyên xwecî yên Chiapasê ne. Ji  serhildana di 1994’an û heta vir ve Zapatîst piraniya erdên eyaletê ku xwecî lê dijîn kontrol dikin û bi rêvebiriya xwe ya demokratîk problemên welatiyên herêmê çareser dikin.

Serokê nû yê welat Andrés Manuel López Obrador bi Tevgera Xwecî ya Neteweyî re di Nîsana 2018’an de peymana bi navê Plan de Ayala îmze kiribû. Di eslê xwe de vê planê piştî şoreşa 1914’an de ji aliyê serokê şoreşê Emiliano Zapata hatibû amadekirin. Bi hukmên di bin vê peymanê de Lopez Obrador qebûl kiribû ku ew ê mafên xwedîtiya erd a xweciyan nasbike, firotana erd a ji aliyê hikumetê betal bike, xizmetên civakê yên wekî perwerde, tenduristî baş bike û desteka bo hilberîna çandiniyê zêdetir bike.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …