Aborîgîn di referandûmê de têk çûn

Aborîcînên Awustralyayê firsenda naskirina polîtîk bi referendûmekê winda kirin.

Zêdetirî 5 milyon kes ango 40 ji % welatiyan dengên xwe dan pêşniyaza mafên polîtîk ên Aborîcanan.

Ji bo pêşniyaza naskirinê bê qebûlkirin divê piraniya dengên hilbijêran û piraniya dengên 4 ji 6 eyaletên Awustralyayê bigirtana.

Aborîcînên Awusralyayê firsenda naskirina polîtîk bi referendûmekê winda kir.

Referendûma bi navê Dengê Xweciyan ji bo Parlamentoyê Şemiyê hat lidarxistin.

13 milyon Awustralyayiyên li hundir û derveyî welêt dengên xwe bi kar anîn.

Nêzîkî 8 milyon welatî ku 60 ji % beşdariyê pêk danîn, ji bo naskirina Aborîcînan dengên xwe bi kar anîn.

Zêdetirî 5 milyon kes ango 40 ji % welatiyan dengên xwe dan pêşniyaza mafên polîtîk ên Aborîcanan.

Ji bo pêşniyaza naskirinê bê qebûl kirin, cot-piranî pêwîst bû.

Bi gotineke din, divê hem piraniya hilbijêran hem jî 4 ji 6 eyaletên Awustralyayê dengê erênî bidana.

Encamên referandûmê li welêt wekî derbeyeke li hemberê lihevhatina civakî û naskirina Aborîcînan tê qebûlkirin.

Referandûma naskirina Aborîcînan di çarçoveya sozên kampanyaya hilbijartinê ya Partiya Kedê ya Awustralyayê bû.

Desteya Şêwirmend

Nûnerên Aborîcînan ên ji 6 şeş eyalet û du herêmên Awustralyayê bi riya hilbijartinê wê tevlî vê desteyê bûbûna.

Hukumeta Partiya Kedê dixwest bi referandûmê desteyeke şêwirmend a Aborîcînan damezranda.

Nûnerên Aborîcînan ên ji 6 şeş eyalet û du herêmên Awustralyayê bi riya hilbijartinê wê tevlî vê desteyê bûbûna.

Desteya xweciyan wê ji aliyê Destûra Bingehîn ve jî bihatana naskirin û wê derbarê meseleyên aborîcînan de pêşniyazan ji hukumeta federal a Awustralyayê re bikirana.

Kî ne Aborîcîn?

Aborîcîn gelên esil ên Awustralyayê ne ku herî kêm 60 hezar sal in li vî welatî dijîn. Nifûsa Aborîcînan ji milyonekî zêdetir e û bi qasî nêzîkî 4 ji % hemû nifûsa Awustralyayê ye.
Awustralya ji vir 235 sal berê ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û demeke dirêj a bindestiyê ji bo gelên Aborîcîn dest pê kir. Awustralya salên 1960’an de polîtîkaya kolonyalîst a li dijî Aborîcînan sist kir û mafê dengdanê da wan.15 sal berê serokwezîrê Awustralyayê ji bo neheqiyên li dijî Aborîcînan lêborîneke fermî xwest.
Tevî vê jî di gelek qadan de problemên civakî yên Aborîcînan berdewam dike.Welatiyên xwecî yên Awustralyayê ji welatiyên din heşt sal kêmtir dijîn. Rêjeya întîxarê ya xweciyên Aborîcîn ji welatiyên din du qat zêdetir e. Aborîcîn ji welatiyên din xizantir in û derfetên perwerde û tenduristiyê yên xweciyan ji welatiyên din kêmtir e.

Foto: Harîteya Awustralyayê ya ji ala Aborîcînan hatiye çêkirin. /Journeyonline.com.au

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …