Arşîvên Tag: ziman

Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin

Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina …

Bêtir »

Bi dûblajê xizmetê ji zimanê xwe re dike

Zimanên gelên xwecî yên Kanadayê li hember belavbûna îngîlîzî û fransî demeke dirêje bingeha xwe ya di civakê de winda dikin. Bi mebesta parastina van zimanan, di asta lokal de gelek hewldan tên kirin. Hin ji van hewldanan dûblaja fîlman e ku ji bo parastina ziman girîng tê hesibandin. Xortekî …

Bêtir »

Pêşangeha zimanên di xetereyê de

Zimanên kêm tên axaftin ên cîhanê pir bi lez ji holê radibin. Lêkolîner didin zanîn ku nîvê 7000 hezar zimanên li cîhanê dihate axaftin êdî ji holê rabûne û her roj yek an du zimanên din tevlî karwanê zimanên mirî dibin. Pirtûkxaneya Helbestê ya Neteweyî ya Southbank Center a li …

Bêtir »

Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …

Bêtir »

Skotland zimanê galîkî diparêze

Skotland warê zimanekî kevnar ê Ewrûpayê yê bi navê galîk e. Zimanê galîkî li hember pêşketina îngîlîzî ji zû de ye bûye zimanekî hatiye kêmarkirin. Hikumeta Skotlandê ya neteweperest di demên dawî de ji bo parastina vî zimanî bi sazî û rêxistinên civakî re li dûv amadekirina plan û projeyan …

Bêtir »

Rûsya perwerdeya zimanên kêmar bi sînor dike

Rûsya welatekî mezin a xwedî dewlemendiya etnîk û zimanî ye. Li vî welatê herî mezin ê cîhanê 111 ziman tê axaftin. Mixabin piraniya van zimanan ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanên rastî xetereyê hatine tên nîşandayîn. Digel pêdiviya parastina van zimanên kêm tên bikaranîn, Rûsya di nava hewldanên neyênî yên …

Bêtir »

Zimanê maorî vedije

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê zimanekî gelê xwecî di van salên dawî de vedije. Zimanê maorî yê li Zelandaya Nû tê axaftin êdî pêvajoya marjînalbûnê li dûv xwe dihêle û ji aliyê piraniya civakê bi rengekî erênî tê dîtin. Te reo navê zaravayên maorî ne ku bi sedan sal in ji …

Bêtir »

Daxwazên bo perwerdeya bi zimanê galî zêdetir dibin

Li welatê Gal daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê Galî pêş de diçe. Hikumeta Gal hewl dide ku bersivê bide daxwazên ji herêmên welat tên. Hikumeta Galê di rojên dawî de diyar kir ku ew ê di çarçoveya peymana bi partiya herêmparêz Plaid Cymru re hatibû kirin de 30 milyon poundê …

Bêtir »

Hefteya Ziman a Giravên Cook dest pê dike

Wezîrê Gelên Pasîfîk ê Zelandaya Nû got ku Hefteya Ziman a Giravên Cook dikare ji bo parastina zimanê Reo Maori Kuki Airani peywireke mezin pêk bîne. Wezîr Aupito William Sio diyar kir ku zimanê Giravên Cook paş ve diçe û rastî xetereya jiholêrabûnê de ye. Sio got ku zimanê maorî …

Bêtir »

Berhemên bi galî eleqeyeke zêdetir heq dikin

Edebiyata bi zimanê galî li hember hebûna zêde ya pirtûkên îngilîzî di ber xwe dide. Li aliyekî, sektora weşangeriyê bi awayekî pir mezin bi îngilîzî pêş dikeve û li aliyekî din jî pirtûkên bi zimanê galî tên weşandin di pirtûkfiroşan da ciyekî baş ji xwe re nabînin. Di çend salên …

Bêtir »

Herêma îngilîzîaxêf a Kamerûnê wekhevîtiyê dixwaze

Li Kamerûnê bêaramiya li herêma îngilîzîaxêf di çend mehên dawî de zêde dibe. Ji sala 2016’an heta niha di pevçûnên di navbera hêzên herêmî û yên dewletê de gelek kes hatine kuştin. Herêma li başûr ku cîranê Nîjeryayê ji navendê hêzên berfireh dixwaze. Başûrê Kamerûnê ku bi fermîtî jê re …

Bêtir »

Îbranî bû tekane zimanê fermî yê Îsrailê

Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) bi qanûnekê welat wekî netew-dewleta gelê cihû îlan kir. Bi heman qanûnê zimanê îbranî bû tekane zimanê fermî yê welat. Di çarçoveya qanûnê de erebî bû xwedî “statuyeke taybet”. Di saziyên fermî yên Îsraîlê de wê erebî bikaribe bê bikaranîn. Endamên Fîlîstînî yê Knessetê qanûnê şermezar dikin …

Bêtir »

Michael L. Chyet: ‘Divê zarokên kurdan bi her du zaravayan bizanin’

  Zimanzan Michael L. Chyet li ser zimanê kurdî û tiştên divê bê kirin duh ji bo Rûdaw TV axivî. Di hevpeyvîna hatiye kirin de ji bo başûrê Kurdistanê ew alîgirê parastina her du zaravan e û wisa dibêje: “Ew zarava gere wekhev in. Ne ku em bibêjn soranî baştir e. …

Bêtir »

“Sazîbûna civakekê zimanê wê geş dike”

Nivîskarê kitêbên helbestan yên bi navê “Kêsek” û “Êşefa Temenekî” Rêdûr Dîjle duhî li Stenbolê, li Şevîn Kafeyê kitêbên xwe îmze kirin û gotarek pêşkêş kir. Dîjleyî di gotara xwe de diyar kir: “Edebiyata kurdî dê bi çalakiyên bi vî rengî geş bibe. Bi sedan kafe û mekanên kurdan hene. …

Bêtir »

Fransa divê zimanên herêmî nasbike

  Wekîlê Bretonyayê yê Parlamentoya Fransa’yê Paul Molac da xuyakirin ku divê Fransa zimanên herêmî nasbike. Molac diyar kir ku komar ji aliyê etnîk û olî welatiyan wekî hev dibîne lê di warê ziman de newekhevîtî dom dike. Li gorî wekîl, ji sala 1992’an û vir ve vê newekhevîtiyê ji …

Bêtir »

Facebook bi zimanê înûktîtut xizmetê dide

Di Roja Nunavut’de ku cejna xweciyên li bakurê Kanadayê ye hat diyarkirin ku wê sala bê Facebook bi zaravayên zimanê înûktîtût xizmetê bide. Ji bo pêkanîna vê xizmetê Facebook ji niha ve bo wergera peyvên di malpera xwe de bi axêverên van zaravayan re têkilî datîne. Berpirsên civaka nûnavût ên …

Bêtir »

Kovara Dilop bi hejmara xwe ya sêyem li ber destê xwendekaran e

Hejmara sêyem a Kovara Dilopê bi nivîs, hevpeyvîn û helbestên bi kurdî û bi tirkî hatiye çapkirin. Di vê hejmarê de sê hevpeyvîn hene ku yek jê derbarê albuma wî ya nû ya bi navê “Felek” bi Ciwan Hacoyî re hatiye kirin e. Hevpeyvîna ku bi kurdî ye ji hêla …

Bêtir »

Ji ber Rewşa Awarte zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin

  Nivîskarê Kurd Kahir Bateyî li Stenbolê gotûbêjek birêve bir. Bateyî diyar kir, ji ber Rewşa Awarte zimanê Kurdî hatiye dorpêçkirin û saziyên Kurdan jî li ziman, çand û dîroka Kurdî xwedî dernakevin. Nivîskar û xwediyê Weşanxaneya Sîtav kahir Bateyî li Stenbolê gotûbêjek bi rêve bir. Bateyî di vê gotûbêjê …

Bêtir »

“Zimanê Kirwatî Mîdî ye neku Sulavî ye”

Li welatê Kirwatiya bi awayekî berdewam behsa kok û riha gelê wî welatî tê kirin û heya niha jî ew behs berdewam e. Di sala 1797an de, zanayê Kirwatî (Josip Mikocziy-Blumenthal), lêkolîna xwe ya Diktorayê li ser pirsa rih û koka gelê Kirwatiya amade kir û gihişte wê encamê, ku …

Bêtir »

Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir

Di nava vê hefteyê de hat ragihandin ku nivîskar, wergêr û weşangerê kurd yê li Stockhlmê Firat Cewerî xelata wergera edebiyata swêdî bo kurdiyê ji Akademiya Swêdî stand. Firat Cewerî di nav nivîskarî, werger û weşangeriya bi kurdî de navekê nas e. Wî berhemên di warên cur bi cur yên …

Bêtir »

Civîna 60î ya Kurmancî

Îsal tam bû 30 sal ku Koma Kurmancî xebata xwe ya li ser zaravayê kurmancî didomîne. Bi vê hilkeftinê Zanîngeha Zaxoyê xwe da ber mêvandarîya komê û ew vexwende Kurdistanê. Zanîngehê bi pêşîwazîyeke germ ew kirin mêvan û herweha ji bo piştgirîdana vê xebatê û xurtkirina tevkarîya di gel Enstîtuya …

Bêtir »