Fransî li Kanadayê ne di ewlehiyê de ye

Îngilîzî li Quebecê ji fransî deh car zêdetir pêş dikeve

Kesên bi îngilîzî diaxivin li Quebecê bi qasî 1 ji % zêdetir bûye û ji gihîştiye 1.2 milyonî

Di heman proseyê de nifûsa kesên bi zimanê fransî diaxivin incax gihîştî ye 120 hezarî.

Zimanê fransî li Kanadayê nikare li hemberî îngilîzî xwe biparêze.

Daneyên dawî nîşan didin, îngilîzî li li eyaleta Quebecê bi bayê bezê dikeve pêşiya fransî.

Hukumeta Kanadayê bi daxuyaniyeke xwe paşveçûna fransî ya li Quebecê qebûl kir.

Vekolîna hukumetê ya derbarê mijarê de ji aliyê wezîrê federal a zimanên fermî Ginette Petitpas Taylor ve hate eşkerekirin.

Ginette Petitpas Taylor. Wezîra Zimanên Fermî ya Kanadayê

Rewşa li Quebecê

Petitpas di daxuyaniya xwe de got, fransî hem bi giştî li Kanadayê û hem jî li Quebecê di xetereyê de ye.

Li gorî daneyên fermî, fransî li Quebecê ku bi sedan salan e wekî hêlîna wê tê qebûlkirin, bi lez paş ve diçe.

Hejmara kesên bi îngilîzî diaxivin li Quebecê bi qasî 1 ji % zêdetir bûye û ji gihîştiye 1.2 milyonî.

Di heman proseyê de nifûsa kesên bi zimanê fransî diaxivin incax gihîştî ye 120 hezarî.

Ev jî tê vê wateyê, îngilîzî li Quebecê ji fransî deh car zêdetir pêş dikeve.

Tê ragihandin, ev trenda paşveçûna ziman ji 2001’an û vir ve li Quebecê didome.

Fransî li Kanadayê

Daneyên dawî nîşan didin, ji bilî Quebecê rewşa fransî li seranserê Kanadayê ne baş e.

Li Kanadayê di navbera salên 2016-2021’an de rêjeya fransîaxêvan 1.6 % zêde bûye.

Lêbelê di heman demê de, rêjeya nifûsa Kanadayê 5.2 ji % zêde bûye.

Ji bilî vê, rêjeya kesên bi fransî diaxvin li welêt ji 22.1 ji % daketiye ji 21.4 ji %.

Planeke ji bo reformê

Wezîra zimanên fermî Ginette Petitpas Taylor di daxuyaniya xwe de da zanîn, ew plan dike ji bo pêşîgirtina li paşveçûna ziman reformekê pêşkêş bike.

Taylor got, bi reforma nû Qanûna Zimanên Fermî ku 50 sal berê hatibû qebûlkirin, wê bê nûkirin.

Yek ji xalên vê reformê, li eyaleta New Brunswickê ligel îngîlîzî naskirina statuya fermî ya fransî ye.

Quebec ji aliyê axê ve eyaleta herî mezin a Kanadayê ye. Nifûsa wê bi qasî 8.5 milyon e. Qubec li bakurê Amerîkayê wekî hêlîna fransî tê qebûlkirin.

Bi xaleke din jî li dadgerên Dadgeha Bilind a Kandayê tê ferzkirin her du zimanên fermî bizanibin.

Qanûna Ziman a 1996

Hêjayî gotinê ye, hukumeta Qubecê di gulanê de qanûneke ji bo xurtkirina statuya fransî ya li vê eyaletê qebûl kiribû.

Bi qanûnê, bikaranîna îngilîzî di xizmetên hukumetê, sektora kar û di hin sektorên gelemperî de dihat bîsonorkirin.

Herwiha bi heman qanûnê fêrbûna zimanê fransî bi taybetî li koçberan û li hemû welatiyên li Quebecê dihat ferzkirin.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …