Fatoş Demirtaş
Paytexta Bernê ya Swîsreyê êdî wê gelê bajêr bi kurdî jî agahdar bike.
Bi vê biryarê, zimanê Kurdî êdî tevlî zimanên din ên koçberan ên wekî albanî, erebî, îngilîzî, fransî, îtalî, portekîzî, spanî, tamîlî, tirkî, sirbî/hirvatî û tîgrînî dibe xwedî heman statuyê.
Li Swîsreyê dê êdî agahiyên fermî bi Kurdî jî bên dayîn
Parlamentoya Kantona Bernê ya Swîsreyê êdî wê gelê bajêr bi kurdî jî agahdar bike.
Parlamentoya herêmî ya li bajêr di civîna xwe ya pêncşemê de pêşnûmeya derbarê vê mijarê de pejirand.
Pêşniyaz ji aliyê sê komeleyên çanda kurdî, Komeleya Çanda Kurd a Bernê, Komeleya Çanda Elewiyan a Bernê û KUTUSCH (Komeleya çandê ya Kurd-Tirk-Swîsre) hate dayîn.
Her sê komele pêşnûmaya derbarê ziman de tevlî îmzeyên li Kantona Bernê kom kiribûn pêşkêş de amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin.
Bi însiyatîfa sê komeleyên Kurd ên bi tevlêbûn, dê Belediyeya bajarê Bernê di pêşerojê de bi Kurdî jî agahiyan bide.
Bajarê Bernê jixwe agahiyên fermî û xizmetên gelemperî bi zimanên herî girîng ên koçberan diweşîne.
Beriya dengdanê pêşnûma ji aliyê aktîvîst Yeşîm Ekîcî ve hat xwendin.
Ekîcî got, kurdên li Bernê dijîn ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê hatine û li wir hewl tê dayin ku zimanê Kurdî ji holê were rakirin.

Aktîvîsta jin da zanîn, li Bernê divê koçber bikaribin agahdariyên fermî êdî bi zimanê xwe yê dayikê jî bixwînin.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) Alexander Feuz jî derbarê mijarê de axivî û got “Kilîda entegrasyonê zimanê Almanî ye.”
Bi vê biryarê, zimanê Kurdî êdî tevlî zimanên din ên koçberan ên wekî albanî, erebî, îngilîzî, fransî, îtalî, portekîzî, spanî, tamîlî, tirkî, sirbî/hirvatî û tîgrînî dibe xwedî heman statuyê.