Quebec qanûneke ziman qebûl kir

A.Rahman Çelîk

Li eyaleta Quebecê ya Kanadayê, ji bo Fransî bê parastin qanûnek hat qebûlkirin

Li gorî vê qanûnê, kesên bi fransî nizanibin, li eyaletê wê nikaribin xwe bigihînin xizmetên gelemperî

Ev jî bû sebeb qanûna ziman rastî reaksiyonên îngilizîaxêvan were

Li Kanadayê, eyaleta Quebecê herêma ku nişteciyên wê bi piranî frankofon in, pêşnûmayeke li ser ziman hatibû amadekirin.

Pêşnûma ku li vê herêmê bikaranîna îngilîzî kêm dike, ji aliyê parlemena neteweyî ya eyaletê ve hat qebûlkirin.

Ev qanûna bi navê Bill 96, piştevaniya zimanê fransî xurtir dike.

Ji niha û pê de li dadgehan, saziyên fermî yên herêmê û şaredariyan xizmetên gelemperî wê bi zimanê Fransî bê dayîn.

François Legault. Serowezîrê Quebecê rexneyên derbarê qanûna ziman de rqebûl nekir.

Qanûna bi taybetî bandorê li ser penaberan dike.

Li gorî vê qanûnê, kesên li vê herêmê bi cî dibin, piştî 6 mehan wê êdî nikaribin bi rayedarên eyaletê re têkevin têkîliyê û xwe bigihînin xizmetan.

Serokwezîrê eyaletê François Legault derbarê mijarê de axivî ê qebûlkirina pêşnûmayê pîroz kir.

Legault got, ew dixwazin bi vê qanûnê zimanê fermî yê Quebecê, yanî fransî xurtir bikin.

Serokwezîr rexneyên ku ev qanûn astengiyê datîne ber zimanên kêmaran qebûl nekir û ji bo zimanê îngilîzî jî got; xizmetên tendurustiyê wê bi zimanê îngilîzî jî bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye girseyeke mezin a îngilîzîaxêvan îdîa dikin, ev pêşnûma mafên wan ên ziman binpê dike.

Li gorî vê derdorê, qanûna ziman wê astengiyê dayîne pêşiya xizmetên gelemperî ên bi îngilîzî.

Heman girseyê hefteya borî bi çalakiyan pêşnûma protesto kiribûn.

Lê serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li gel ku qanûn rexne kir jî zêde bi ser de neçû; got tenê li ser naveroka qanûnê hin gumanên wî hene.

Qanûn bi xwe re çi tîne?

Hin hukmên herî girîng ên vê qanûnê ev in:

  • Hemû xwendekarên di kolejên îngilîzê de divê herî kêm 3 dersan bi fransî fêr bibin
  • Ji bilî fransî zimanekî din di qada tenduristiyê de nikare bi awayekî sîstematîk bê bikaranîn
  • Dadgerên li eyaletê ne mecbûr in ji bilî fransî xwedî sertîfîkayên şarezahiyê yên zimanekî din bin
  • Şîrketên ku hejmara xebatkarê wan ji 25î zêdetir bin divê fransî bikin zimanê xebatê
  • Penaber û koçberên li Qubecê bi cî dibin wê bikaribin heta 6 mehan bi zimanên din têkiliyên xwe yên bi saziyên fermî re bimeşînin. Piştî vê demê, wê zimanê hemû xizmetên gelemperî ji bo wan bi fransî be.

Paşxaneya têkoşîna ziman

Quebec eyaleta fransîaxêf a Kanadaya federal e û nifûsa wê di ser 7 milyonî re ye. Li Kanadaya ku piraniya wê bi îngilîzî diaxive, tekane ciyê fransî lê berfirehî tê axaftin Quebec e. Lewma jî ev der wekî keleha zimanê fransî ya li Kanadayê tê dîtin. Piştî têkoşîna ziman a li dijî hegemonyaya îngilîzî ya di salên di salên 1960-70’an de qanûnên parastina fransî hatin qebûlkirin û bi saya wan fransî bû zimanê yekemîn ê fermî ya eyaletê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …