Destê Irulegi: Nivîsa herî kevn a zimanê baskî

Zanyarên fîlolojiyê Çiyayê Irulegi ya li Welatê Baskê desteke ji bronz kifş kirin.

Li ser vê berhemê bi zimanê baskî ‘bextê xweş” hatiye nivîsandin.

Zanyar dibêjin, “destxetên Irulegu îspat dikin gelê bask BZ di sedsala 1. de li vê herêmê zimanê xwe bi kar anî ye.”

Bi kifşeke dawî derket holê zimanê baskî 2.100 sal berê hatiye axaftin.

Ev kifşa mezin bi vekolîna arkeolojîk a devereke li bakurê Îspanyayê hate kirin.

Zanyarên ji Beşa Fîlolojiya Latîn a Zanîngeha Barselonayê û Zanîngeha Welatê Baskê di encama vekolînên xwe yên li Çiyayê Irulegi desteke ji bronz dîtin.

Ev berhema navê Destê Irulegi lê hat kirin, 40 sembolên niha baş nayê zanîn li ser wê hatiye nivîsandin.

Zanyar di berdewamiya vekolîna xwe de hin ji wan tîpan deşîfre kirin û gotineke baskî derxistin hole.

Tîpên kevn ên li ser Destê Irulegu hatine nivîsandin û beranberê wan ên di alfabeya îro de. Ji bo “Soriuneko” (bextê xweş) bi îspanyolî “Afortunado” tê bikaranîn. Jêder: Noticias de Navarra

Ev gotinên li ser Destê Irulegu hatiye nivîsandin, tê wateya sorioneku an ‘bextê xweş.’

Di zimanê baskî de wateya zori ‘bext e an tiştekî bi xêr e’ û on jî tê wateya ‘xweşî’yê.

Destê Irulegu BZ di sedsala 1. de hatiye çêkirin û lewma jî bawerî ev e, ‘sorioneku’ gotina herî kevn e ku bi baskî hatiye nivîsandin.

Fîlologê ji Zanîngeha Barselonayê Javier Velaza derbarê girîngiya vê kifşê de wiha dipeyive:

Destê Irulegu bêguman belgeya yekemîn a bi zimanê baskî ye. Yek ji taybetiya wê jî ev e, bi tîpên baskî hatiye nivîsandin.

Velaza tevlî fîlologê ji Zanîngeha Baskê Joaquín Gorrochategui dibêje, “Destxetên Irulegu îspat dikin gelê bask BZ di sedsala 1. de li vê herêmê zimanê xwe bi kar anî ye..

Çiyayê Irulegu li ku der e?

Irulegu di navbera Çiyayên Pirene û newala Çemê Ebroyê de cî digire.

Keleya li ser çiyê bi mebesta kontrola herêmê di Sedema Bronz de BZ  di navbera sedsalên 15. û 11, de hatiye avakirin.

Irulegi nêzîkî Pamplonayê ya li Navarrayê ye.

Çiyayê Irulegu li herêma Herêma Xweser Navarrayê ya li ser sînorên Îspanya û Fransayê ye.

Devera çiyê nêzîkî paytext Pamplona ya Navarrayê ye.

Irulegu di navbera Çiyayên Pirene û newala Çemê Ebroyê de cî digire.

Keleya li ser çiyê bi mebesta kontrola herêmê di Sedema Bronz de BZ  di navbera sedsalên 15. û 11, de hatiye avakirin.

Kele di êrişeke împaratorê Romayê Pompeius Magnus de hatiye hilweşandin.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …