Li Estonyayê şerê li dijî mîrasa Sovyetê

Mîrasa Sovyetê li welatên Baltik rastî êrişên siyasî tê

Estonya, abîdeyeke tankê ya ji dema Sovyetê ji ciyê wê rakir

Ev jî di nava welatiyên bajarê Narvayê de bû sebeba reaksiyonan

Abîdeya Tanka T-34, bi mebesta serkeftina Sovyetê ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, li bajarê Narvayê ya Estonyayê hatibû bicîkirin.

Hukumeta Estonyayê çend roj berê biryar girt vê berhema dema Sovyetê ji ciyê wê rake û li muzeyekê bi cî bike.

Di dema jihevxistina abîdeyê de polêsan li dora ciyê xebatê kordoneke ewlekariyê ava kirin.

Gelek welatiyên ji vê rewşê aciz bûn, weke bertek çûn ciyê abîdeyê û kulîlkan danîn qada vala.

Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas di 9’ê tebaxê de diyar kiribû, biryara derbarê abîdeya Sovyetê de hukumet û belediye bi hev re dane.

Lêbelê şaredarê Narvayê ev red kiribû û gotibû hukumet biryarê bi tena serê we daye.

Nasyonalîzma Estonyayê

Hêjayî gotinê ye, 25 ji % nifûsa Estonyayê ji kesên bi zimanê rûsî diaxivin pêk tê.

Estonya di 30 salên dawî de li dijî welatiyên rûsîaxêv polîtîkaya zextan dimeşîne.

Estonya dixwaze di vê çarçoveyê de hem hebûna zimanê rûsî lawaz bike û hem jî mîrasa dema Sovyetê ji holê rake.

Li Estonyayê belavbûna cografîk a axêverên zimanê rûsî. Rûsîaxêv herî zêde peravên Deryay Baltik û li ser sînorên Rûsyayê re kom dibin. 

Ev polîtîkaya marjînalkirina kêmara rûs cara ewil piştî serxwebûna Estonyayê ya di sala 1991’an de hate rojevê.

Digel ku wê demê ji sêyan yekê nifûsa Estonyayê ji kesên bi rûsî diaxivîn pêk dihat, hukumeta estonî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi sînor kir.

Di heman proseyê de, mafê welatîbûnê ji destên bi dehezaran kesên piştî 1940’î koçî Estonyayê hatibûn kirin, hat girtin.

Piştî vê polîtîkaya nasyonalîst a bi dehan salan dom kir, hejmara kêmara rûs a li welêt daket ji 25 ji % nifûsê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …