Li Ser Pirsa Zimên

Michel de Montaigne

Hema gotina nûjeniyê dibihîzin tu namîne ku bifirin, bêyî ku bifikirin bê ka xêr tê heye an na. Ku çav bernedan gotineke nû, hema pê re ya kevin dişemirînin.

Belê, zimanê me dewlemend e, lê tu were, ew  hê jî muhtacî têkûzbûnekê ye, li rex vêya divê ku hê çelenktir bibe û pertav bike bi pêş ve. Pirrî caran jê nayê ku hizreke bi coş rahilgire xwe.

Mêrê hunermend û bîrewer,  bi gotin û nivîsarên xwe ve qedr û merîfetê didine zimên. Ew bi pirsa nûjenkirina zimên danakevin, nexêr, ji dêvla vê yekê de wî raditewînin, çivne lê didin, rê li ber derfetên wî xweş dikin û wî digihînine dera xurttir û bihêztir. Li pey gotinên nû nabezin. Wan dewlemend dikin, wate û bikaranîna wan têkûz dikin û sernişêvî kûrahiya wan dibin. Çêjeke nebînayî didinê;  pêşî bi ser dawiyê ve dizîvirînin, ser û berê wî bi zanayî tev didin. Lê çaxa ku ez li nivîskarên dewra îro dinêrim, dibînim ku ew ne yên vî barî ne. Axaftinê biçûk dibînin çawa ku îro gelek kes vê yekê dikin; diçin ha ha  xwe li kopê jor grê didin. Lê, kira ku huner jê kêm, xweşî jê dûr mirov destvala vedigerîne, ji sedem vê yekê  ew jî, negotî, nagihêjin miraz û mexsedê xwe.  Çi tişta seyr a ku bi kotekî hatiye tevkirin, çi tişta ku bêhn beşer pê re tuneye tînin davêjin ser dezgeh, xwedêgravî qesta wan hevrazbirina vegotinê ye, lê tînin wê di bin erdê dixînin. Hema gotina nûjeniyê dibihîzin tu namîne ku bifirin, bêyî ku bifikirin bê ka xêr tê heye an na. Ku çav bernedan gotineke nû, hema pê re ya kevin dişemirînin. Îjar pirrî caran gotina şemirandî ji ya nû bihêztir û terecantir e.

Essaisên Montaigne. Ev wêne berga çapa 1652’e.

Ez dibînim bê di zimanê me de derfetine çawa bi xet û xeber hene: Lê me jidil berê xwe nedaye van derfetan. Wî zimanê ne şayik î qebe ku em di şerr û nêçîrê de jê havil dibin, çi nexş û nemûş jê têne çêkirin her xweda dizane; em dikarin bi tasan gotin jê hilçinin. Biwêjên zimanê rojane, mîna berxên li ser çêrê her ku cîhê devçêra xwe biguherin dê qelewtir bibin û bîn û bereketa wan jî dê zêdetir bibe.

Belê, zimanê me dewlemend e, lê tu were, ew  hê jî muhtacî têkûzbûnekê ye, li rex vêya divê ku hê çelenktir bibe û pertav bike bi pêş ve. Pirrî caran jê nayê ku hizreke bi coş rahilgire xwe. Çaxa ku hûn didin xwe û gavine xurt davêjin te dît hema ziman sist û zexel bû. Wê gavê hûn ê yan hewara xwe bigihînin Latînî an jî Yûnanî. Em bi ser xurtiya gotinên li ser zarê xelkê xwe ve nabin. Çima ku hingî gotin li ser devê xelkê digerin bêqîmet dibin; negotî, dikevine nav dest û piyan û rindiya wan dikeve darê pozpênekirinê. Gotinine ew çend bihabilind û şibandinên ew çend kubar hene piştî ku ketine devê xelkê de, bengzê wan şolî bûye û sêhra kubariyê ji wan firiyaye çûye. Îjar herçî kesên bêvila wan qenc bêhnê digire sivik bi tahma van gotin û bêwijan ve gîhane.

Derdorên zanistî jî tînin hemû tiştî zêde zirav û tenik dikêşin; tişta ku ji her kesî ve nas û ji her kesî re bûye edet ji rê çepeve dikin û dibin di dilqekî sêre werdikin. Di mala me de xortekî heye; xulamiya me dike. A niha ew dizane bê evîn çi teba ye, de ew bi xwe jî evîndar e. Rabin jê re Léon Hébreu, an jî Ficin bixwînin. Ev zilam dê ji wî re behsa xwe, behsa hizrên xwe û kar û barên xwe bikin. Îjar ew ê jî ji wan tu fêm neke. Ez bi xwe jî, gava Arîsto dixwînim, li gel wî dimînim kesekî heft bavan xerîb ji herçiya ku min bihîstiye û ez pê jiyame. Hemû tişt vediguheze teşeyeke seyr çawa ku jiyan mabe di ‘hesara dibistanekê de.  Ez nizanim ev yek çi dixe kîsê me! Heke ez bûma, ji dêvla ku min ê xwezayê bi huner bikira min ê hilda hunerê bi xweza bikira û hew.

Werger: Rifat Arya

———-

Ev nivîs Beş XXXVI ya kitêb II. (1572-80) a Michel de Montaigne de hatiye weşandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …