Li Belçîkayê dibistaneke ûkraynî hat avakirin

Penaberên ji Ûkraynayê li Belçîkayê dibistanekê ava kirin

Di dibistanê de zarok ligel zimanên ewrûpî wê ûkraynî fêr bibin

Maria Smirnova. Avakarê dibistana ûkraynî Vesnayê

Dibistana ûkraynî ya li paytexta Belçîka Brukselê dest bi perwerdeyê kir.

Armanca sereke ya dibistanê fêrkirina zimanê ûkraynî ye.

Navê dibistanê Vesna ye ku zimanê ûkraynî tê wateya aştî ye.

Ligel vê, zarokên penaber wê fêrî fransî û holendî jî bibin.

Avakarê dibistanê Marîa Smirnova radigihîne, kapasîteya dibistanê bi qasî 100 xwendekarî ye.

Smîrnova dide zanîn, di destpêkê de 30 an 40 xwendekar wê dest bi perwerdeyê bikin.

Yek ji armancê dibistanê entegrasyona zarokên penaber a ji bo civaka Belçîkayê ye.

Tê ragihandin, li paytexta Fransa Parîsê jî 2 dibistanên bi vî rengî ji bo zarokên ji Ûkraynayê hatiye damezrandin.

Çav li rê ye di dema bê de dibistanên ûkraynî li welatên din ên Ewrûpayê jî bên avakirin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …