Dilşa bi zazakî hate weşandin

Nivîskara alman Liane Scheniderê ev set bi almanî nivîsandiye û lehengê çîrokan jî zarokekî bi navê Conni ye. Ev pirtûk ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û Eva Wenzer-Bürgerê wêneyên wê xêz kiriye.

Demeke berê bi wergera Dr. Abdûllah Încekan, Selman Dilovan û Asli Kayayê ev set bi kurmancî çap bûbû.

Niha jî bi wergera Bîlal Zîlan û Mûrat Başaranî, ji bo zazakiyê hatiye wergerandin.

Set ji şeş pirtûkan pêk hatiye ku di her yekê de serpêhatiyeke Dilşayê heye.

Dilşa, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe.

Dilşa û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin.

Di setê de ev pirtûk hene:

Dilşa dest bi mekteb kena

Dilşa futbol kay kena

Dilşa banderê ramitişê bîsîklete bena

Dilşa nêweşxane de ya

Dilşa vîndî bena

Dilşa şona baxçeyê heywanan

Hêjayî bibîrxistinê ye, Weşanxaneya Nûbiharê di tîrmeha îsal de seta Dilşayê bi kurmancî weşandibû.

———

Ev nivîs cara ewil di Bianetê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …