1984 bi oksîtanî hate weşandin

Di vê romana dîstopyayê de rexneya rejîmên totalîter ên li cîhanê tê kirin. Di vê berhemê de Big Brother (Birayê Mezin) rejîma wî ya totalîter bi riya mekanîzmayên zilmê li ser civakê kontrolele jidandî dimeşîne.

Pirtûka bi navê 1984  a nivîskarê navdar George Orwell bi zimanê oksîtanî hat weşandin.

Pirtûk ji aliyê Felip Biu ji bo zaravayê gaskonî ya zimanê oksîtanî hate wergerandin.

Berhem ji aliyê weşanxaneya Letras d’Oc a li bajarê Toulusê ya li Oksîtanyayê hat weşandin

Letras d’Oc weşanxaneya sereke ye ku ligel wergerên ji zimanên din, berhemên wêjeyî û lîngûîstîk ên bi zimanê okstanî diweşîne.

Beriya niha jî pirtûka bi nabê Animal Farm a Orwell bi zimanê oksîtanî hatibû weşandin.

George Orwell û 1984

George Orwell di 1903’an de wekî endamekî malbateke îngilîz li Hîndistanê hate dinyê û nivîskar di 1950’an de li Brîtanyayê mir.

Orwell di jiyana xwe ya kurt de wekî rojnamevan, rexnegirê edebiyatê û romanûs berhemên balkêş afirand.

Çapa bi oksîtanî ya 1984 a George Orwell

Romana wî ya bi navê 1984 di 1948’an de hate weşandin. Di vê romana dîstopyayê de rexneya rejîmên totalîter ên li cîhanê tê kirin. Di vê berhemê de Big Brother (Birayê Mezin) rejîma wî ya totalîter bi riya mekanîzmayên zilmê li ser civakê kontrolele jidandî dimeşîne.

Zimanê oksîtanî

Oksîtanî zimanekî hatiye marjînalkirin û ji aliyê hejmareke kêm civaka li başûrê Fransayê tê axaftin. Li herêma ku mîrateya vî zimanî hîn di ber xwe dide re Oksîtanya tê gotin. Nifûsa vê herêmê bi qasî 15 milyon e lê bi tenê li derdora 1,5 milyon kes bi vî zimanî dizanin. Tê texmînkirin hejmara kesên birêkûpêk oksîtanî bi kar tînin di bin 500 hezarî de ye. Hêjayî gotinê ye, oksîtanî ji aliyê UNESCO’yê zimanê “bi awayekî dijwar di xetereyê de ye” tê qebûlkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …