MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand. Rêxistinê li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di lîsteyê de bi cî kir.
Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di bin xetereyê de îsal jî bû yekemîn û di serê lîsteyê de ciyê xwe girt.
Rapora salane ya Koma Mafên Kêmaran a Navneteweyî MRG, di vê mijarê de yek ji xebatên herî berfireh a li cîhanê ye.
Rêxistinê di rapora xwe ya îsal de, li cîhanê zêdebûna rejîmên otorîter tespît kir û bi nexşeyeke online bal kişand ser rewşa kêmaran.
Di raporê de hat diyarkirin, li gelek aliyên cîhanê li hemberê kêmar û gelên xwecihî, jenosîd, komkujî û şîdeta sîstematîk hatine meşandin.

Lîsteya Xetereyê
MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand û li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di vê lîsteyê de bi cî kir.
Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di bin xetereyê de îsal jî bû yekemîn û di serê lîsteyê de ciyê xwe girt.
Hat diyarkirin li vî welatî bi taybetî alewî, xrîstiyan, kurd û filistînî bi xetereyê re rû bi rû ne.
Rêxistinê da zanîn, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de heta niha 500 hezar însanan jiyana xwe ji dest dane ji vê karesata însanî, rejîma Şamê, Rûsya û çeteyên li welêt berpirs nîşanda.
Somalî di heman mijarê de bû welatê duyemîn û şerê navxweyî, ku tê de aktorê sereke rêxistina cîhadîst El Şebab e, wekî sebeba yekemîn a xetereya li hemberî kêmaran a li vî welatî hat nîşandan.
Di raporê de hat ragihandin di encama şer de 3 milyon kes ji cîhûwarê xwe bûne û aloziya li vî welatî ber bi xerabûnê ve diçe.

Afganistan û Yemen
Afganistana havîna borî şerê navxweyî lê bi dawî bû û Yemena ku hîn şerê navxweyî lê berdewam e, di lîsteya îsal de ciyê 4’emîn û 5’emîn girtin.
Zilma Talîbanê ya li hemberê komên cuda yên civakê û bi taybetî jî êrişên li dijî kêmara hazara, tacîk û uzbekan di raporê de derketin pêş.
Koma Mafên Kêmaran, Yemen wekî krîza herî mezin a humanîter bi nav kirin û her du hukumetên dijminê hev ên li vî welatî wekî sebeba krîzê nîşan da.
Iraq û Îran di serê lîsteyê de ne
Iraqa bêaramî û alozî tu car ji ser erdên wê kêm nabe, îsal di rêza şeşemîn a lîsteya MRGê de ciyê xwe girt.
Di raporê de rola hin komên şîî ya di kûrkirina aloziyê de hat destnîşankirin û qala xetereya nû ya DAIŞ’ê ya li Kerkûk, Selahadîn û Dîyalayê hat kirin.
Êzdî, kurdên feylî, şîî, sunî, tirkmen û xristiyanên li vî welatî wekî kêmarên di xetereyê de derbasî vê raporê bûn.

Îran ku bi salane di rapora MRG’ê de cî digire îsal jî bi zexta xwe ya li dijî milet û kêmarên cuda di rêza 14. a lîsteyê de hat bicîkirin.
Ereb, kurd, azerî, bahayî û tirkmenên li vî welatî wekî kêmarên di xetereyê de hatin nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, Îran di harîteya online de bi rengê tarî hat nîşandan ku ev jî tê wateya li vî welatî kêmarên li vî welatî bi xetereyeke dijwar re rû bi rû ne.
Tirkiye dîsa ket lîsteyê
Di rapora îsal a Koma Mafên Kêmaran a Navneteweyî de Tirkiye jî nehat jibîrkirin û di lîsteya kêmarên bi xetereyê re rû bi rû ne de, vî welatî di rêza 35’an de cî girt.
Rêxistinê diyar kir, di serî de kurd, aevî, ermenî, roman û xristiyanên li vî welatî bi xetereyê re rû bi rû ne û divê bên parastin.
Herwiha MRG’ê li ser karakterê rejîma Tirkiyeyê jî sekinî û ji aliyê stabîlbûna siyasî û serweriya hiqûqî ve pûanên kêm da dewleta Tirk.