Du pirtûkên Ferid Demirel hatin çapkirin

Di pirtûka “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” de çîrokên nivîskarên rûs yên wekî Gorkî, Çexov, Turgenyev û Tolstoy jî hene.

Di pirtûka yekemîn a bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” de 12 çîrokên nivîskarên ermen hene.

Her du pirtûk di sala 1936’an de bi kurdiya kîrîlî hatine nivîsandin û di heman salê de hatine weşandin.

Du pirtûkên rojnameger Ferid Demirel hatin çapkirin.

Tîpguhêziya her du pirtûkan ji kurdiya kîrîlî ji bo kurdiya latînî hatine kirin.

Pirtûkên bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” û “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” ji çîrokên nivîskarên kurd, rûs û ermen pêk tên.

Di pirtûka yekemîn a bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” de 12 çîrokên nivîskarên ermen hene.

Ev pirtûk bi pêşengiya Heciyê Cindî tevlî Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî çîrok ji zimanê ermen hatiye wergerandin.

Di pirtûkê de çîrokên Şîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zapel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî hene.

Ev pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Cervantesê hatiye çapkirin.

Guldesteyek ji Baxê Rewanê

Di vê pirtûkê de 33 çîrokên nivîskarên kurd, rûs û ermen hene.

Çîrokên di pirtûkê de ji aliyê Ferid Demirel ve hatine hilbijartin weke bijarteyek ango antolojiyekê hatine amadekirin.

Ev pirtûka bi navê “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” û bi serenavê “Bijarteyek ji çîrokên Ermenistana Sovyetê” hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Sor ve hatiye çapkirin.

Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên kurd ên mîna, Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadîr hene. Her weha çend çîrokên nivîskarên ermen ên mîna Vahan Totovents, Derenîk Demirçiyan, S. Zoryan, Hovhannes Tûmanyan û Arazî cî digirin.

Ligel van çîrokan, çîrokên nivîskarên rûs ên mîna Gorkî, Tûrgenyev, Çexov û Tolstoyî jî hatine çapkirin. Çîrokeke nivîskarî Îrlandî George Bernard Shawî jî di pirtûkê de hene.

Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û Heciyê Cindiyî, Casimê Celîlî çîrokên Ermenkî û Rûsî ji bo Kurdiya Kurmancî wergerandine.

Çapa yekemîn 1936’e

Him pirtûka 12 çîrokên di pirtûka “Çîrokên Şêwra Ermenan” de him jî 33 çîrokên di pirtûka “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” de, di sala 1936ê de bi kurdiya kîrîlî hatine nivîsandin û wê demê Neşra Hikûmeta Ermenistanê ew weke pirtûk çap kirine.

———

Kî ye Ferîd Demîrel?

Nivîskar ji sala 2000î û vir ve karê rojnamegeriyê dike. Demîrel, ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Dema xwendekarê zanîngehê bû hatiye girtin û 16 mehan di girtîgehê de maye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de master kiriye lê mastera xwe neqedandiye. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Dema li Dem TVyê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye.

Demîrel yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Yek ji wergêrên pirtûkên “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” û “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” ye.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …