HEWLDANÊN JI BO VEJÎNA ZIMANÊ GALÎKÎ Zimanê Galîkî ji dawiya sedsala 19. û vir ve di bin xetereya dijwar de ye. Galîkî êdî bi tenê ji aliyê ji % 1’ê civakê ve tê axaftin û civaka galîkîaxêv bi tenê li zozan û giravên dûrî bajarên Skotlandê dijîn. Lê dildarên vî …
Bêtir »‘Ziman û çand ne tenê pirsgirêka çend kesan e lê pirsgirêka hemû kurdan e’
Ji sekreteryaya Tora Ziman û Çandan Zana Farqînî û Cevahîr Sadak Duzgun diyar kir ku xebata wan li derveyî partî û rêxistinan e. Farqînî û Duzgun destnîşan kir ku divê her malbat di mala xwe û di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxive û hînî zarokên xwe bikin. Farqînî …
Bêtir »Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were
Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Bi ya …
Bêtir »Tora Ziman û Çandê hat damezrandin
Civîna bi navê ‘Tora Ziman û Çanda Kurd’ ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, …
Bêtir »Li Amedê însîyatîfeke ziman tê damezrandin
Saziyên kurd ên li bakurê Kurdistanê biryarê dan însîyatîfele sivîl a zimanê kurdî damezrînin. 13 saziyên li Amed/Diyarbekirê, di 31 Tebax-1ê Îlonê de komxebata bi navê “Piştî OHAL (Rewşa Awarte) Rewşa Kurdî” li dar xistin. Saziyên beşdarê vê komxebatê bûn, di derbarê civînên xwe de encamnameyekê ragihandin. Di encamnameyê de …
Bêtir »Ji bo zimanê ûdmûrtî xwe kuşt
“Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me. Gelo welatekî min heye?” Li Federasyona Rûsyayê, mirovekî ji bo protestokirina polîtîkayên li hember zimanê xwe, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer di 10’ê îlonê de, li paytext Îzhevsk a Komara Ûdmûrt ku li rojavayê …
Bêtir »Betlaneyek ji Kurdî re
Luqman Guldivê Bi 15 zarokên ji Elmanya û Fransayê li Brotanyayê (Bretonya) kampa zimanê Kurdî bi rê ve çû. Ev însîyatîfa dêûbavan a ji ber pêdiviya wan û zarokên wan dikare berfireh û profesyoneltir bibe. Li gundê Mahalon ê li wî serê Fransayê, ya rastî li wî serê Brotanyayê beriya …
Bêtir »Konferansa komîserên ziman li Torontoyê hat lidarxistin
Davyth Hick: Duyemîn, civaka sivîl ji bo domandina hebûna ziman aktorê sereke ye. Sêyemîn, pêdiviya zimanên me, bi taybetî yên di xetereyê de, hem ji aliyê siyasî hem jî fînansê ve pêdiviyê bi destekek xurt a demdirêj heye. ‘ Berpirsê parastina zimanên hatine kêmarkirin ên di asta komîserî û ombûdsmaniyê …
Bêtir »Galîkiya Îskoçyayê: Zimanekî jîndar çawa ket ber sekratê?
Rastiya tahl a di mijara galikî de îro nikare bê veşartin: axêverên galîkî pîr dibin û dimirin û bi wan re galîkî jî dimire. Zimanê galîkî li Îskoçyayê êdî ne wekî di Serdema Navîn de zimanek jîndar e û ne parçeyek xurt a nasnameya îskoç e. Galîkî hebûna xwe ya …
Bêtir »Paşveçûn û hilweşîna zimanê îrlandî
Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:‘Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji …
Bêtir »JI EDÎTOR
Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat, qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û …
Bêtir »Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî
Akademiya Zimanê Baskî (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. Piştî xebata sed salan û 50 salên meşandina baskiya standard (Euskara Batua) a li ser bingeha xebatên vê akademiyê, zimanê baskî îro bûye yek ji zimanê standard ê ewrûpî ku bersivê dide hemû pêwîstiyên jiyana …
Bêtir »Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir
Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di …
Bêtir »Li Bedlîsê tabelayên bi kurdî hatin rakirin
Di dema şaredariya DBP’î ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yeko yeko tên rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn …
Bêtir »Zarokên Îrlandaya Bakur daxwaza mafên ziman dikin
Mijara parastina zimanê îrlandî (gaeilge-galîkî) nêzîkî salek e li Îrlandaya Bakur di rojeva neteweperestên herêmê de ye. Aktîvîstên zimanê îrlandî ji hikumeta herêmî daxwaz dikin ku Qanûna Zimanê Îrlandî ya di peymana aştiyê ya St. Andrews de soza wê hatibû dayîn qebûl bike. An Dream Dearg ku komeke ji aktîvîstên …
Bêtir »Li lîseyên Nashvilleê perwerdeya kurdî dest pê dike
Dibistanên Dewletê yên bajarê Nashvilleê ya li Amerîkayê biryar hat dayîn ku di beşa zimanên dinyayê de dersên zimanê kurdî bê dayîn. Li gorî vê biryarê, wê li lîseyan polên kurdî bên vekirin û perwerdeya bi kurdî dest pê bike. Desteya rêvebiriya The Metro Nashville Public Schools a li Nashvilleê …
Bêtir »Li Albanyayê şerê ziman
Herêma başûrê Albanyayê ya li ser sînorê Yûnanîstanê ji ber mafên kêmara yûnan gelek caran hatibû rojeva her du dewletan. Di meha Gulanê de heman herêm îcar bi nîqaşên zimanên li ser tabelayên rê ket rojevê. Rêvebiriya Albanyayê di 5’ê Gulanê de 35 tabelayên rê ku bi yûnanî û albanî …
Bêtir »“Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min”
Ferîd Demîrel “Mîr gote min, got ‘Ez ê Hawarê ji te re bişînim û li wan deran bela bik. Pisqilêt jî ji min re şand. Ez pê li gundan digeriyam. Min dida pişta xwe, ez diçûm serxetê. Min li hesin dixist.” Ji ber ku di 15ê Gulana 1932yê de kovara …
Bêtir »JI EDÎTOR
15 Gulanê çend sal berê ji aliyê KNK’ê ve wekî Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ev cejna ku dixwaze meşruiyeta xwe ji roja weşandina Hawarê bigire helbet watedar e. Mixabin dema mirov li pratîka 15 salên dawî ya aktorên li vê cejnê xwedî derdikevin dinêre daxwaza pîrozkirina cejneke bi vî …
Bêtir »Li Balearê xwepêşandana ji bo zimanê katalanî
Balear yek ji herêmeke katalan e ku di bin rêvebiriya Îspanyayê de ye. Di encama polîtîkaya dewleta îspanyol de zimanê katalanî li Giravên Balearê paş ve çûye û zimanê spanyolî li vir bûye serdest. Di salên dawî de li vê herêmê aktîvîzmeke ji bo katalanî pêş dikeve. Parazvanên ziman ji …
Bêtir »JI EDÎTOR
Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat