Wêjeya zarokan bi Kurdî

Çîrokên navdar ên cihanê her ku diçe bêhtir bo Kurdî tên wergerandin û gelek weşanxane jî wan geh wekî set geh yeko yeko çap dikin û digihînin dê û bavan. Vê dawiyê Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEK-MAL li ser wergerandina edebiyata zarokan rêze-kargeh li dar xistin, ku tê de pisporên zimanî û pedagojiyê, werger û herweha weşanger beşdar bûn.

Gelek ji me difikirin, ku zarokên niha pirr bi şans in. Pêlîstokên wan, fîlmên zarokan û teknolojî. Ev hemû jî bi rastî ji bo zarokan derfetên baş in. Lê belê gelek zarok ji çîrok û xebroşkan, ku pê mezin bûne, bêpar dimînin.

Zarok bi saetan li ber televîzyonê yan li ber telefûnên destî û tabletan derbas dikin û fîlmên zarokan dinêrin. Lê belê pispor dibêjin, teknolojiya nû nikare şûna xwendina çîrokan bigire. Lê çima?

Gelek dê û bav ji ber kar û barên rojane yan ji xebata xwe nikarin zêde wext bi zarokên xwe re derbas bikin. Heta gelek caran em zarokan li ber televîzyon yan telefûnan didin rûniştandin, yan jî bi wan fîlmeke zarokan didin temaşe kirin, heta ku em kevçiyeke xwarinê di devê wan re dikin.

Dema ku zarok li televîzyon yan videoyan temaşe dikin, bala wan ne ser gotinan e, lê bêhtir li ser dîmenan e. Anku zarok bêyî peyvek ji devê wan derkeve dikarin bi saetan li wan fîlman binêrin. Ev yek jî di warê pêşketina zimanî de ji bo zarokan astengiyek peyda dike, dibêjin pisporên perwerdehiya zarokan.

Lewma pispor pêşniyaz dikin, ku ji zarokên xwe re çîrokeke şevbaşiyê bixwînin. Pirtûkên bi wêne tercih bikin û wan nîşanî zarokên xwe jî kin. Zarok bi vî awayî çîroka ku guhdarî dike, bi wêneya ku dibîne girê dide. Û girîng e, heger pirsa zarokan hebin, li wan guhdarî bikin, tiştê ku dipirsin ji wan re tarîf bikin. Herweha hûn bixwe jî pirsan ji wan bikin, ka li ser wêneyê çi heye? Yan qehremanên çîrokê çi dikin û çima dikin. Ev hemû alikariya zarokan dikin, ku zîrekiyên xwe yên zimanî bi pêş bixin.

Helbet, mirov di dema temaşekirina televîzyonê de jî vî tiştî bike. Anku ji zarokên xwe bixwazin, tiştê ku di fîlmê de pêk tê ji we re tarîf bike.

Ji aliyê din de hûn dikarin çîroka ku zarok guhdarî bikin bixwe hilbijêrin û herweha dersên ku mirov ji wê çîrokê hîn dibe bi wan re şîrove bikin. Ev yek jî rê û rêbazek e, ku zarok him tiştan hîn dibin him jî aciz nabin. Herweha serpêhatî û bûyerên ku di çîrokê de derbas dibin, zarokan ji bo jiyana li derve jî amade dike, bi yaweriya dê û bav yan mezinekî/ê, bêyî ku li cem wan tirs û fikar peyda bibin.

Me got pirtûkên zarokan ên bi Kurdî her ku diçe bêhtir dibin û di vî warî de pêşketineke ne bi tenê zimanî lê herweha di warê naverok û pedagojiyê de jî heye. Em li ser vê mijarê ji YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re dipeyivin, ku zimannas e û niha di zanîngeha Postdam’ê de li ser dersên zimanê dayîkê û pirzimanî de doktoraya xwe dike.

Dema ku mirov behsa edebiyata zarokan dike, ev yek bi tenê bi çîrokan ne sînordar e. Gelek mijarên din jî ji bo zarokan bi awayekî taybet tên nivîsandin. Wekî mînak, cîhana ku em tê de dijîn yan teknolojiya ku herroj pêş dikeve mirovan çawa dikare ji zarokan re îzah bike. Ev jî pisporiyeke taybet divê. Di vî warî de em bi Endezyar Melîk Qoserî re dipeyivin, ku camêr him di van kargehên YEKMAL’ê de beşdar bûye him jî, di projeyeke teknolojiya ji bo zarokan de cih girtiye, ku karkirina kampîturan, wekî mînak nivîsandina program û algorîtmayan bi zimanê Kurdî hînî zarokan dike.

————

Ev hevpeyvîn di Radyoya Cosmo Kurdî ya bi ser WDR’ê ve ye hatiye weşandin. Ji bo hemû hevpeyvînê guhdarî bikin vê lînkê bitiqînin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …