Mirina zimanekî

Avreş Jiyan

Wê di cih da be, heger em bibêjin, tevgerê hemû argûmanên zimanî, çandî û hunerî dane alîyekê û derketîye çîyê û bi vê re jî ciwanên li bajaran dijîn terka jîyana bûrjûwa ya tirk kiriye.

Piştî salên dirêj, dîsa di havînekê da ez hatibûm Amedê. Aniha dîsa di heman mehê, heman demê da ez li vir im û mirov dikare bibîne ku tenê di salekê da çiqas tişt hatine guhertin. Hema bibêje ku mirov nikare bigihêje leza vê guhertinê. Digel li bajarên li rojavayê Tirkiyeyê jî guhertin hebû lê tu bajar ewqas mezin nedibûn û nedihat guhertin. Li Amedê di dawîya mayîna min a hefteyekê da, tişta herî balkêş ew e bû ku zimanê kurdî ji malan ber bi navenda bajêr bi awayeke lez ji jîyanê dûr diket. Li vir, bilî pîrikên heftê salî hema hema hemû dayik elaqeyeke zêde nîşanî zimanê tirkî didan û ev jî bandoreke mezin li zarokan û malbatê dikir. Di nav zarokên du salî heta yên ciwan da tene zimanê tirkî serdest bû. Dayikên wan her çiqas bi bav û pîrikên wan ra kurdî diaxivin jî, bi zarokên xwe ra ji sibê heta evarê zimanê ku pê danûstandinê dikirin tenê tirkî bû. Zimanê ku teşe dida cîhan, hêvî, nirx, hînbûna jîyanê, xewn û xeyalên zarokan dîsa tenê tirkî bû.

Çanda postmodern a kapîtalîst ku bi riya zimanê serdest bi civakê dane pejirandin, bi ser vê de jî bandora welatparêzîya bêkêr û bêziman a li ser bûyerên civakî bilind dibe û tenê ji bîranînan pêk hatîye, rastîyeka me ya din e.

Min di her kêlîyê da didît ku di hemû qadên jîyanê ya ku hevbandoreke civakî dixwast da zimanê tirkî geştir dibû. Wisa xuya bû ku ev zimanê di tevgera adetî ya civakî de berdewam û watedar dibû, ne tenê di nav sazî û dezgehên kurdî da her weha di nav civaka welatperwer da jî yekan e zimanê ku xwedî bandor û wate bû. Dixwazin em vê mijarê hinekî vebêjin. Bajar her diçû mezin dibû û vediguhest metropoleke mega. Her ku bi mezinbûna bajêr ra avasazî û cihên hevbandora civakî zêde bû pir dibûn, di ser da ji bajarên rojavayê Tirkiyê ji bo xebatê memur û malbatên wan ber bi bajêr ve diherîkin, mirov dikarîbû bidîta ku demografîya bajêr çawa dihat guhertin. Digel bikaranîna zêde ya alavên ragihandinê (înternet, tora civakî, û hwd.) û bikaranîna zimanê tirkî ji bo van alavan,  jîyinkirina nirxên cîhana kapîtalîst bi rêya vî zimanî (tirkî) divê neyê jibîrkirin. Mirov dikare bêje, çanda postmodern a kapîtalîst ku bi riya zimanê serdest bi civakê dane pejirandin, bi ser vê de jî bandora welatparêzîya bêkêr û bêziman a li ser bûyerên civakî bilind dibe û tenê ji bîranînan pêk hatîye, rastîyeka me ya din e.

Dewlemendbûna bi lez a  kompradorên kurd bi rêya vexwarina xwîna girseyên gel a ku derfet nedîtine bi pêş bikevin û derveyî hişmendîya çînî mane, bajar xistiye nav rewşeke aborî ya giran

Alîyeka din a neyînî û di jîyanê da cîh digire ew e ku şêweyê hembêzkirina jîyana modern a kapîtalîst û hêvîya jîyaneke nû ya ku di nav şert û mercên şer ên giran da nehatine tatmînkirin û  bi lez hatine takekeskirin e. Di vir de menfaatên malbatî di ser her tiştî ra dibîne ye. Em dikarin vê rewşê wek encama hişmendîya takekesîya ji alîyê awayên tevgerên civakî ve hatiye tunekirin,  bi jîyana rehet ve girêdan, berê xwe bide derve  û motîvasyona/daxwaza domandina jîyanê binirxînin. Helbet nûjentî û jîyana rehet (bikonfor) ne tiştên hindik in. Lê belê, digel kêmbûna hişmendiya çînî, bêparbûna ji hêza ziman, çand, dîrok û parastina nirxên gel vê hestê/daxwazê derdixin asteke metirsîdar. Dewlemendbûna bi lez a  kompradorên kurd bi rêya vexwarina xwîna girseyên gel a ku derfet nedîtine ku bi pêş bikevin û derveyî hişmendîya çînî mane, bajar xistiye nav rewşeke aborî ya giran. Wê di cih da be, heger em bibêjin, tevgerê hemû argûmanên zimanî, çandî û hunerî dane alîyekê û derketîye çîyê û bi vê re jî ciwanên li bajaran dijîn terka jîyana bûrjûwa ya di tirk kiriye. Ev ciwan niha bi awayekî bilez ji Tevgera Rizgariya Neteweyî dûr dikevin û êdî di bin bandora cazîbeya komek nirxên pir cuda de berê xwe didin bajarên li rojavayê Tirkiyeyê. Divê neyê jibîrkirin ku sedema hemû van neyînîyan jixwedûrketin û dejenerasyon in ên ku wek encama terka zimanê dayikê derketine holê.

Mirina nirxên ku ji hêla zimanekî ve hatine afirandin jî tê wateya tunebûna wî gele ku hatiye asîmîlekirin. Û divê dubare bê bibîrxistin: Ev proseya mirina ziman ji texmînê zûtir bi pêş dikeve.

Amed her tîm bûye hêlîna Tevgera Kurd a Polîtîk. Her weha Dewlet jî wek herema pîlot ev der kiriye hedefa xwe, û pir hewl vî cihê muxalîf bikşîne ber bi xwe ve. Dewlet ev xebata xwe ji bo hilberîna ku piştî zimanê hatiye qedexekirin bilez veguheriye forma kapîtalîst bi di nava girseyên gel de belav bike, meşandî ye. Tevgera rizgariyê ku divê vê rewşê berovajî bikira, vî karê dewletê hêsan kiriye û bi riya vekişîna ji nava jiyanê ji xwe re rotayeke li ser xeta têkoşîna çekdarî ava kiriye. Divê em ji bîr nekin ku her zimanek neteweyek e. Hemû nirxên ku neteweyekê pêk tîne bi rêya axaftina wî zimanî peyda dibin. Stran, destan, çîrok û helbest bi rêya wî zimanî derbasî nifşên nû bûne. Vekişandina vî zimanî ji jîyanê tê wateya bi demê ra helandin û mirina hemû nirxên çandî yên vî gelî. Mirina nirxên ku ji hêla zimanekî ve hatine afirandin jî tê wateya tunebûna wî gele ku hatiye asîmîlekirin. Û divê dubare bê bibîrxistin: Ev proseya mirina ziman ji texmînê zûtir bi pêş dikeve. Aniha ez bi xemgînî têdigihîjim ku tenê di salekê da çiqas tişt guherîne.

————–

Ev nivîs, gotara ewil e ku di çarçoveya Notên ji Amedê de hatiye nivîsandin. Gotar ji tirkî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …