10 pirtûkên zarokan bi dengên kurdî tên weşandin

Komeleya Berê Zarok, bi piştgiriya Balyozxaneya Swîsreyê ya li Tirkiyeyê dest bi projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê kiriye.

Gava pêşiyê ya vê projeyê jî dengdana 10 pirtûkên ji Klasîkên Zarokan ên Cîhanê ye.

Yek ji pirtûkên tên weşandin Ger û Geştên Gulliver e. Ev pirtûk di 1726’an de ji aliyê nivîskarê Îrlandayî Jonathan Swift ve hatibû nivîsandin.

10 pirtûkên Klasîkên Zarokan ên Cîhanê ji bo kurdî wê bideng bên xwendin. Komeleya Berê Zarok, bi piştgiriya Balyozxaneya Swîsreyê ya li Tirkiyeyê dest bi projeya Dengên bi Kurdî ji Cîhanê kiriye. Gava pêşiyê ya vê projeyê jî dengdana 10 pirtûkên ji Klasîkên Zarokan ên Cîhanê ye.

Pirtûkên ku hatine hilbijartin beriya niha bi demekê ji hêla Weşanxaneya Aramê ve ji bo kurdiya kurmancî hatibûn wergerandin û çapkirin.

Tom Sawyer, Pollyanna, Robin Hood, Kontê Monte Kristoyê, Ger û Geştên Gulliver, Pinokyo, Oliver Twist, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk, Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojî De wê bideng bên weşandin.

Komeleyê ji bo vî karî dest bi kar û xebatan kiriye û şanogerên kurd heta niha deng dane du pirtûkan. Li gorî zanyariya ku Komeleya Berê Zarok da bianetê, di demeke kurt de wê 8 pirtûkên din jî bideng amade bikin û li ser malpera komeleyê û hesabên wan ên medyaya civakî, wan biweşînin.

Herwiha rayedarên Komeleyê diyar kir ew dixwazin ev berhem bideng bigihêjin her malê û ji bo wê jî, kî bixwaze wê bikaribe van berheman ji malpera wan daxin komputer, tablet an jî telefonên xwe yên bêrîkan.

Komele piştî dengdana pirtûkan wê van pirtûkan weke xêzefîlman amade bikin û li ser platformên dijîtal û Zarok Tvyê biweşînin.

Komele piştî weşandin û belavkirina van 10 pirtûkan dixwaze, hejmara pirtûkên bideng bigihîne 100î.

————–

Ev nivîs cara pêşiyê di Bianetê de hatiye weşandin

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …