Roja aktîvîzma ziman a li Fransayê

Li herêmên bakurê baskê, Oksîtanya, Bretonya û Korsîkayê yên li Fransayê çalakîyan li dar xistin.

Di çalakîyan de ji dewletê hat daxwazkirin zimanên hatine marjînalkirin biparêze.

Parazvanên ziman dawîya vê hefteyê li Fransayê li kolanan bûn.

Li herêmên bakurê baskê, Oksîtanya, Bretonya û Korsîkayê aktîvîstên ziman roja şemîyê çalakîyan li dar xistin.

Di çalakîyan de ji dewletê hat daxwazkirin zimanên hatine marjînalkirin biparêze.

Herwiha, aktîvîstên ziman ji Fransayê daxwaz kirin xala 2. a Destûra Bingehîn biguherîne.

Xala mijara gotinê zimanê fransî wekî “zimanê komarê” pênase dike û hebûna zimanên din nasnake.

Pêşengîya çalakîyan ji alîyê sazîya bi navê Pour que Vivent nos Langues ve hat lidarxistin.

Di çalakîya li bakurê Baskê de li derdora 800 kesî tevlî çalakîyan bûn.

Hêjayî gotinê ye, % 20ê welatîyên li vê herêmê bi baskî diaxivin û 15,000 kes perwerdeya baskî dibin.

Li 12 bajarên li Bretonyayê li derdora 2,000 mirov tevlî çalakîyan bûn.

Parazvanên zimanên bretonî ji Fransayê daxwaz dikin azmûnên Brevet û Bakaloryayê bi zimanê bretonî jî bên lidarxistin.

Brevet dîplomaya neteweyî ye ku kesên 9 sal perwerde dibin wê werdigin.

Li Fransayê ji bilî fransî, 20 zimanên din ên otokton tên axaftin ku dewlet wan “zimanên herêmî” pênase dike.

Li hin dibistanên li Bretonya, bakurê Baskê û Alsaceê perwerdeya zimanê dayîkê tê dayîn.

—————————

Foto: Çalakiyeke ji bo ziman a li Fransayê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …