Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de bên nivîsandin.

Li seranserê Perûyê 48 zimanên xwecî tên axaftin ku ji wan yê herî berbelav bûye quechua ye.

Perû êdî bi qanûnekê navên esil ên zarokên xwecîyên welêt diparêze.

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de bên nivîsandin.

Pêşnûmaya vê qanûna ku bi navê Ley N.° 31986 e, ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Armanca parlamentoyê ev e, bi qanûnê nasnava çandî û civakî ya gelên xwecî bê parastin.

Hukumetê ji bo dêbav bikaribin navên esil ên zarokên xwe bikin fermî, beşekê li di Tomara Neteweyî ya Navlêkirin û Statuya Sivîl (Reniec) zêde kir.

Dêbav ji îro pê ve wê bikaribin navên esil ên zarokan di Toma

Berî niha, beşa navên ji bo zarokên xwecî di Tomara Neteweyî ya Navlêkirin û Statuya Sivîl de hatibû vekirin.

Dêbavên xwecî dikaribûn li ser vê malperê navên esil ji bo zarokên xwe hilbijartana.

Lê destûr nedihat dayîn navên hatibûn hilbijartin bi nasnameyan de bên nivîsandin.

Tevî vê jî, hiqûqa heyî ya Perûyê mafên sereke yên ji bo wekhevîya zimanan misoger dike.

Mafên zimanên welatîyan ku tê de parastin û bikaranîn jî hene, di çarçoveya qanûnan de tên parastin.

Perû welatekî li Amerîkaya Latîn e ku di nava sînorê wê de 48 zimanên xwecî tên axaftin. /Kartica Lima

Perû welatekî li parzemîna Amerîkaya Latîn e û berûberê Okyanûsa Atlantîkê cî digire.

Li seranserê Perûyê 48 zimanên xwecî tên axaftin ku ji wan yê herî berbelav bûye quechua ye.

3.8 milyon xwecî bi quechua û 450,000 kes jî bi zimanê aymara diaxivin.

———————————-

Foto: Dîmeneke xwecîyên Perûyê/Forestpeoples.org/

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Brîtanî ji bo Ocalan name ji CPTê re şandin

Peace in Kurdistan têkildarî rewşa ‘Abdullah Ocalan’ name ji CPTê re (Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê) şand. …