Hişyarîyên trafîkê yên kurdî rastî êrişê hatin

Nivîsên bi kurdî yên trafîkê li Amedê jê hatin birin.

Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê li ser rê nivîsên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû.

Hefteya borî jî li Wanê hişyariyên kurdî yên trafîkê hatibûn jêbirin.

Êrişên li dijî kurdî li Tirkiye û Kurdistanê dewam dikin.

Nivîsên bi kurdî yên trafîkê li Amedê jê hatin birin.

Hat ragihandin, duh bi şev saet 03.21an de du wesayîtên di bin kontrola polêsan de hatine li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û nivîsan jê birine.

Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê li ser rê nivîsên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû.

Li alîyekî din, li Taxa Ofîsê a bi ser navçeya Yenîşehîrê  ya Amedê jî ser gelek ji nivîsên hişyariyê yên bi kurdî hatin reşkirin.

Hefteya borî jî li Wanê hişyariyên kurdî yên trafîkê hatibûn jêbirin.

Di dewsa hişyarîyên kurdî de “Tirkiye tirk e wê wekî tirk jî bimîne” hatibû nivîsandin.

Paşê derketibû holê xwedîyê vê kiryarê nîjadperest zarokekî 16 salî ye.

Zarokê navê wî nehatibû ragihandin têkiliya xwe ya bi polêsan re eşkere kiribû.

————————————————–

Foto: Nivîsa nîjadperest a bi tirkî ya li Wanê di dewsa hişyarîyên kurdî de hatibû nivîsandin/ArtiGerçek

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …