Serokê Polonyayê qanûna zimanê sîlezî veto kir

Biryara naskirina zimanê sîlezî rastî vetoya serokê Polonyayê Andrzej Duda hat.

Qanûna ziman ligel naskirinê, derfetê dida sîlezî li dibistanan bê fêrkirin û di beledîyeyan de bê bikaranîn.

Biryara naskirina zimanê sîlezî rastî vetoya serokê Polonyayê Andrzej Duda hat.

Duda biryara parlamentoyê ya naskirina sîlezî veto kir.

Duda got, pisporên ziman diyar dibêjin, sîlezî dîyalekteke zimanê polonî ye û lewma jî wî biryara parlamentoyê erê nekîrîye.

Qanûna hebûna zimanê sîlezî qebûl dikir, di 26ê nîsanê de hatibû ber destê Parlamentoya Polonyayê.

Ji partîyên çep heta partîyên rast gelek hêzên sîyasî destekê dabûn vê qanûnê.

Lêbelê partîya Qanûn û Edaletê (PiS) li hemberê qanûna ziman deng dabû.

Serokê Polonyayê Duda namzetê serokatîyê ya PiSê ye.

Qanûna ziman ligel naskirinê, derfetê dida sîlezî li dibistanan bê fêrkirin û di beledîyeyan de bê bikaranîn.

Herêma Sîlezyayê

Sîlezya herêmekê li başûrê Polonyayê ye ku firehbûna wê 40,000 km2 ye.

Erdên herêmê di navbera Sîlezyaya Jor û Sîlezyaya Jêr de hatiye parvekirin.

Nifûsa van her du jêr-herêman qasî 8 milyonî ye.

Li gorî daneyên 2021an, li Sîlezyayê 460 kes zimanê sîlezî diaxivin.

Sînorên herêma Sîlezyayê

Ji bilî aktîvîzma ji bo parastina ziman, li herêmê tevgereke otonomîyê jî hatîye damezrandin.

Tevgera otonomîyê RAS civaka Sîlezyayê wekî neteweyeke cuda dibîne û ji bo xweseriyê çalakîyan li dar dixe.

—————————————-

Foto: Çalakîyeke ji bo parastina ziman û nasnameyê ya li Sîlezyayê/Notesfrompoland.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …