Bloqaja partîyên îspanyolîst a li Katalonyayê

Serdestîya partîyên îspanyolîst bandora xwe ya di Katalonyayê gav bi gav nîşan dide.

Parlamentoya Katalonyayê pêşnîyaza misogerkirina katalanî ya di perwerdeyê de red kir.

Arîtmetîka Parlamentoya Katalonyayê bandoreye neyênî polîtîkaya ziman dike.

Partîyên serxwebûnxwaz di hilbijartina par de li parlamentoyê piranîyê winda kirin. Ev jî dibe sebeb, desteka polîtîk a ji bo parastina ziman şikestin bixwe.

Parlamentoyê di rûniştina xwe de duh de pêşnîyazeke partîyên katalanîst red kir.

Partîyên netewperwer ji hikumeta herêmî dixwestin, katalanî wekî tekane zimanê perwerde tê pê kirin, misoger bike.

Pêşnîyaza ji alîyê CUPê hatibû amadekirin, destekê ji Junts, ERC û ACyê girt.

66 parlamenter ji bo misogerkirina statuya zimanê katalanî ya di perwerdeyê de deng bi kar anîn.

Partîyên îspanyolîst

Lêbelê 68 parlamenterên PSC, PP û Voxê li hember pêşnîyazê deng bi kar anîn.

Ev jî nîşan dide, çi çepgir çi jî rastgir, her sê partî bi hişmendîya îspanyolîzmê tevdigirin.

Partîya Sosyalîst ê Katalonyayê (PSC) ku baskê Partîya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ya li Katalonyayê ye, di hilbijartina di 2024 an de bûbû partîya yekemîn û hikumeta damezrandibû.

Ferzkirina îspanyolî di perwerdeyê de

Yek ji pêşnîyaza vê bloqa îspanyolîst red kir, di derbarê biryara Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê de bû.

Ji hikumeta katalan dihat xwestin, biryara vê dadgehê ya li ji bo bikaranîna zimanê îspanyolî di perwerdeyê de nexe merîyetê.

Dadgeha navborî di biryara xwe ya 2021an de li Katalonyayê ferz kiribû, herî kêm ji % 25ê zimanê perwerdeyê bi îspanyolî be.

Biryarên ji bo katalanî

Lê tevlî vê bloqaja polîtîk, parlamento hin gavên erênî yên derbarê parastina katalanî de qebûl kirin.

Naveroka biryarên ji bo latalanî wiha ye:

  • Xurtkirina desteka ji bo tora zimanên La Bressolayê yên li Fransayê ku perwerdeya katalanî dikin.
  • Peydekirina alavên pêwîst ji bo şaredarîyan da ku katalanî di krejan û pêşdibistnan de bêtir bê bikaranîn.
  • Hêsankirina wergirtina sertîfîkayên C1 ji bo qada tenduristîyê da ku hebûna katalanî bê vê qadê de bê xurtkirin.
  • Zêdekirina ji % 20 kursên ji bo sektora kar.
  • Venêrîna misogerkirina cezayên ji bo hiqûqa tabela û îşaretên din ên bi katalanî.

Foto: Dengdana di Parlamentoya Katalonyayê de ya ji bo mafên ziman/Vilaweb

Salvador Illa bû serokê Katalonyayê

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …