Mafên ziman ji bo hemû miletan

Însîyatîfa ziman ku di 2020an de wekî platformeke dijital hatîye avakirin, wekî misyon wekhevîya bikaranîna zimanan a di qada dîjîtal de daye ber xwe.

Însîyatîf hewl dide problemên li pêşîya bikaranîna dîjîtal a zimanên hatine marjînalkirin çareser bike.

Koalîsyona Cîhanî ya ji bo Mafên Ziman (The Global Coalition for Language Rights) ji bo parastina zimanên kêm tên bikaranîn xebatên xwe didomîne.

Ev însîyatîfa ziman di 2020an de wekî platformeke dijital hatîye avakirin.

Avakarên vê xebata dîjîtal ev in: Rêxistina Efûya Navneteweyî, Localization Web, ProZ, Translation Commons, CLEAR Global, MCIS Language Solutions, Masterworld.

Însîyatîf wekî misyon wekhevîya bikaranîna zimanan a di qada dîjîtal de daye ber xwe.

Bi vê mebestê, însîyatîf hewl dide problemên li pêşîya bikaranîna dîjîtal a zimanên hatine marjînalkirin çareser bike.

Koalîsyona Cîhanî ya ji bo Mafên Ziman dixwaze stratejîyên pirzimanî yên ji bo diyalogê, li ser înternetê pêk bîne.

Bi vê jî armanc ev e, hegemonyaya îngilizî ya li ser înternetê piçek kêm bibe û qada bikaranînê ji zimanên din re vebe.

Projeyên însîyatîfa ziman daye pêşîya xwe ev in:

  • Pêşxistina materyalên perwerdehiyê ya bi armanca teşwîqkirina mirovan a ji bo fêrbûna zimanên xwecî û yên di xetereyê de.
  • Wergerandina înformasyona giring û krîtîk a di derbarê civakan de û zimanên wan ên hatine marjînalkirin.
  • Afirandina komên medyaya sosyal a axêveran a bi riya înternetê û mobîlîzekirina van koman ji bo mafên zimanî û dîjîtal

———————————

Foto: Malpera The Global Coalition for Language Rights

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …