10. Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê

Mîrza RONÎ

Bi pêşengiya Şaredariya Cizîra Botan di sala 2007 de ji bo pîrozkirina roja zimanê kurdî di 15 Gulanê de 1. mihrîcana Çand û Ziman hat li darxistin û heta sala 2015 9. Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê her sal hatin pîroz kirin. Bi bernameyên tije çand û kevneşop, rojên rengîn li Cizîrê dihatin sazkirin. Gelek şaredariyên din ên herema Botan bernameyên çandî saz dikirin. Îro jî ew bername li benda me ne ku em wan bidin destpêkirin.

Berî her tiştî banga min ew e ku rêveberiya Şaredariya Cizîra Botan sernavê nivîsa min bibîne û heke pêkan be îsal kevneşopiya ‘Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê’ bidomîne û 10. Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê lidar bixê!

Cizîra Botan; warê kaniya wêjeya kurdî, wargeha destana Mem û Zînê. Dayîka dîwana Melayê Cizîrî û mêvanxaneya Feqiyê Teyran. Rêça pênûsa Celadet Elî Bedirxan li ser kevirên Birca Belek kolayîne. Çemê Dîcle bi şîreta Feqiyê Teyran bêdeng diherike; wekî helbesteke bêziman. Kolanên Cizîrê li benda dengê helbestên Melayê Cizîrî ne. Bisk û keziyên Zînê bi wejeya Ehmedê Xanê hatin hunandin li kolanên Cizîra Botan.

Cizîra Botan li bendêye govenda helbestên zimanê kurdî were lidarxistin, Mem û Zîn çavlirêne ciwanên Cizîrê pirtûka evînê bi zimanê kurdî li ber serê wan bixwînin. Cizîr bi hemû sebra xwe li bendêye alaya zimanê kurdî li ser Birca Belek were çikilandin…

Her çiqas pesn û nasnavê Cizîra Botan bi zimanekî wêjeyî bînim ziman jî rastiya çand û zimanê kurdî ya ku li herema Cizîrê Botan hatî çandin binav nabe û heqê wê nayê dayîn. Bo ku dewlimendiya çanda kurdî ya li Botanê hêj di rêjeyeke kêm de tê zanîn. Ji rûpelên kevin ên dîrokê em bigirin heta roja me ya îro, çanda dengbêjiyê ya ku li herema Botanê pêş ketî bi qasî akademiyên felsefa yûnan dewlemend û kevn e. Bes bi qasî dibistaneke sereteyî, dewlemendiya çanda dengbêjiya kurdî nehatiye sererd kirin. Zimanê kurdî alaya şaristaniya çandê ye li herema Botanê, helbet li ser her bosta axa kurdistanê tovê çanda qedîn a kurdan hatiye reşandin; lê belê şitlên çanda kurdî li herema Botanê baş hatine avdan û rayên çanda kurdî baş di nav axa Botanê de noq bûne.

Mîrza Ronî

Banga bernameyên çandî

Ji sedema dewlemendiya çanda Botanê ye ku ez dixwazim banga xwe bigihêjînim sazî û dezgehên çanda kurdî û teybetî di vî warî de Şaredariyên herema Botanê xwedî erk û berpisyarîne. Heta niha gelek caran xebatên çandî li herema Botanê hatine kirin. Navenda Çanda Mem û Zîn di sala 2004 hat vekirin û heta sala 2015 xebatên dewlimend di warê çandê de weşandin. ‘Mihrîcana Berxbirê’ li bajarê Elkê her sal bi pêşengiya şaredariya Elkê bi çalekiyên rengîn pêk dihat. Her wiha bi pêşengiya Şaredariya Cizîra Botan di sala 2007 de ji bo pîrozkirina roja zimanê kurdî di 15 Gulanê de 1. mihrîcana Çand û Ziman hat li darxistin û heta sala 2015 9. Mihrîcana Çand û Ziman a Cizîrê her sal hatin pîroz kirin. Bi bernameyên tije çand û kevneşop, rojên rengîn li Cizîrê dihatin sazkirin. Gelek şaredariyên din ên herema Botan bernameyên çandî saz dikirin. Îro jî ew bername li benda me ne ku em wan bidin destpêkirin.

Baş tê zanîn ku hêza civakî ji çandê tê û heke çanda civakekî ber bi mirinê ve biçe civak jî dimire. Ji bo vê heqîqeta çandê pêwiste sazî û dezgehên me, şaredariyên kurdan têkevin nav hewldanê ku bernameyên çandî pêş bixin. Di gelek waran de cerebe û têgihiştina saziyên me heye ku bikaribin hêza civakê veguherîne hêza çandê û hişmendiya çandê di nav civakê de belav bike.

Her wiha pêwistiyeke ku li Cizîrê ”Navenda Akademiya Dengbêjiyê” were ava kirin. Bo ku dengbêjiya Botanê li benda parastinê ye û pêwîste sazî û şaredariyên me li hunermendên dengbêj û dengbêjiyê xwedî derkeve.

Ez bi xwe bi hêvî me ku rojekî ”Akademiya Melayê Cizîrî” vebe û şagirtên Akademiya Cizîrî li ser gora Melayê Cizîrî helbestên dîwana wî bixwînin.

Mîrateyên çandî biparêzin

Pêwîstiyeke teqez a din jî ew e ku şaredariyên kurdistanê li war û wargehên dîrokî xwedî derkevin. Saziyên dewletên ên parastina wargehên dîrokî dikin ji parastinê zêdetir dibin dijminê çanda kurd û wargehên kurdan ên dîrokî talan dikin. Mînaka bajarê Heskîfê li ber çavan e. Mînak hawara Medreseya Feqiyê Teyran e, li ber çemê Dîcle bo ku xwe li ser piyan bigire liberxwe dide û her roj kevirên dîwarê medreseyê jê dikevin. Pêwîste şaredariya Cizîrê û şaredariyên heremê li Medresa Feqiyê Teyran xwedî derkevin û wê biparêzin ji ber ku li ber hilweşînî ye û gelek jê hilweşiyaye. Wekî Medresa Feqiyê Teyran gelek war û nîşaneyên dîroka kurdan li heremê, li benda parastinê ne. Dizekên dîrokê di bin navê xezîneyan de li warên dîrokî digerin û nîşaneyên dîrokî talan dikin. Berî her tiştî pêwîste pêşî li diziya dîrokê û çandê were girtin.

Ez dixwazim bang bikim ku karê şaredariyan a sereke ew e ku çand û dîroka kurdewar biparêzin. Helbet çêkirina rê û binerêyan xizmeteke û karê şaredariyan e; bes parastina hebûna civakê wekî nan û av pêwîste. Û ne wekî tiştên sembolîk ku şaredariyên me li ser peyarêyan binivîsin; ‘Pêşî Peya’ helbet her peyva kurdî çande lê belê, pêwîstî bi gavên berfireh û mezin heye. Wekî avakirina navendên çandê, mihrîcanên çandî, parastina wargehên dîrokî û bajarvaniya bi rengê çanda kurdî û hwd.

—————————————

Foto: Hin beşdarên 4.Mîhrîcana Çand û Ziman a Cizîrê 

Nivîs ji hejmara 6. a Kurdistanê hatîye wergirtin. 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …