Dersa bijarî meseleya ziman çareser nake

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator çapa duyem a dosyeya li ser zimanê furlanî weşand.

Di dosyeyê de tê ragihandin, perwerdeya furlanî li herêmê rastî dijwarîyan tê û polîtîkaya perwerdehîyê ya herêmî tê rexnekirin.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator çapa duyem a dosyeya li ser zimanê furlanî weşand.

Dosye ji aliyê Ada Bier (Zanîngeha Welatê Bask– UPV/EHU), Gabriele Zanello (Zanîgeha Udineyê) û Antonella Ottogalli (Komeleya Fîlolojîyê ya Friuliyê hat amadekirin.

Rewşa perwerdeya zimanê furlanî ya ji pêşdibistanê heta zanîngehê mijara dosyeyê ye.

Di dosyeyê de tê ragihandin, perwerdeya furlanî li herêmê rastî dijwarîyan tê û bi taybetî polîtîkaya perwerdeyê ya li parêzgehên Pordenone û Gorizia tê rexnekirin.

Di dawîya vê xebatê de problema herî mezin a ji bo perwerdehîyê kêmasîya daxwaza sîyasetê tê nîşandayîn.

Herwiha amadekarên dosyeyê bang li Îtalyayê dikin, Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar êrê bike.

Dosyeya li ser zimanê furlanî ya Mercatorê. Di dîmenê de ya îngilîzî û ya furlanî xuya dikin. /Mercator 

Friuli û statuya ziman

Herêma Friuli-Venezia-Giuliayê ku erdên wê  8.240 km² ye, li bakurêrojhilatê Îtalyayê ye.

Friuli-Venezia-Giuliayê tevlî 4 herêmên din ên Îtalyayê xwedî statuya taybet a otonomîyê ye.

Nifûsa herêmê li derdora 1,200,000î ye û di navbera 500-600,000 welatîyan dikarin bi zimanê furlanî biaxivin.

Îtalya di 1992an de hebûna zimanê furlanî naskir û bi qanûna 1999an jî parastina “kêmarên ziman ên dîrokî qebûl kir.

Di 2007an de herêma otonom Friuli-Venezia-Giulia bi qanûnekê pêşîya hebûna ziman a di perwerdehîyê de vekir.

Qanûn destûrê dide, di bingeha hilbijartina dersê di pêşdibistan dibistanên seretayî, navîn û lîseyan de salane 30 saet zimanê dayîkê bê fêrkirin.

Li % 80 dibistanên li Udineyê dersa hilbijarî ya frîûlî tê dayîn lê ev rêje li Pordenone û Goriziayê dadikeve % 20î.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator

Navend di 1987an de bi navê Mercator Education hatiye damezrandin.

Ev navend di bin banê Fryske Akademy (Akademiya Frîzî) ya herêma Frîzland a li bakurê Holandayê xebatê dike.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator herî zêde bi xebatên xwe yên li ser zimanên kêmar ên Ewrûpayê hatiye naskirin.

Herêma Friuli-Venezia-Giulia û her çar parêzgehên wê/Wikipedia

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator bi riya hevkariya bi sedan pisporan, agahiyên derbarê perwerdeya bi zimanên kêmarên Ewrûpayê de dosyeyan diweşîne.

Hûn dikarin bi riya vê lînkê xwe bigihînin hemê dosyeyên Mercatorê.

—————————————

Foto: Komeke zarokên ku perwerdeya zimanê furlanî dibin. /Udine Today

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Hejmara gulanê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin. Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe …