Ewrûpî pirzimanîyê diparêzin

Welatîyên Yekîtîya Ewrûpayê dixwazin zimanên hatine marjînalkirin bên parastin.

Lêkolîna bi navê Ewrûpî û Zimanê Wan nîşan dide, ji % 43yê ewrûpîyan bi xurtî dixwazin zimanên “kêmar û herêmî” bên parastin.

Ji % 84ê welatîyên Yekîtîya Ewrûpayê kêm an zêde destekê didin parastina “zimanên kêmar û herêmî”.

Ev agahî bi lêkolîna Eurobarometreyê ya 2024an hat eşkerekirin.

Lêkolîna bi navê Ewrûpî û Zimanê Wan nîşan dide, ji % 43yê ewrûpîyan bi xurtî dixwazin zimanên “kêmar û herêmî” bên parastin.

Ji % 41ê welatîyan jî dane zanîn, parastina zimanên “kêmar û herêmî” wê gaveke di cî de be.

Lêkolîn nîşan dide, yek ji pêncên kesan dikarin tevî zimanê xwe yê dayîkê zimanekî din jî biaxivin.

Tevî vê jî, sê ji pênc kesan dikarin bi axêverên zimanên din re diyalogê pêk bînin.

Herwiha, ji % 47ê ewrûpîyan dikarin îngilîzî wekî zimanê bîyanî biaxivin.

Rêjeya bersivên li ser pirzimanîyê ya Eurobarometreyê/Malpera/Europa.eu

Eurobarometre (Barometreya Ewrûpayê) rapirsîyên li ser welatîyên Yekitîya Ewrûpayê ye ku li ser navê Komîsyona Ewrûpayê tê kirin.

Di rapirsîyê ligel ziman derbarê gelek mijarên din de nêrîna welatîyan tê berhevkirin.

————————————-

Foto: Postereke ji bo Roja Ziman a Ewrûpî hatîye çêkirin/Wikipedia

Infowelat 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …