Perwerdeya oksîtanî li Pauyê hat astengkirin

Fransa li eyaleta Pyrénées-Atlantiquesê perwerdeya zimanê oksîtanî asteng dike.

Rêveberîya perwerdeyê ya li bajarê Pauyê planên ji bo vekirina 4 polên perwerdehîya duzimanî red kirin.

Fransa li eyaleta Pyrénées-Atlantiquesê (Pîrene-Atlantîk) perwerdeya zimanê oksîtanî asteng dike.

Rêveberîya Xizmetên Parêzgehê yên Perwerdeya Neteweyî (DSDEN) planên ji bo vekirina polên oksîtanî red kirin.

Welatîyên li bajarê Pauyê dixwestin 4 polên duzimanî ku perwerdeya bi fransî-oksîtanî lê bihatana kirin, vekin.

Piştî astengîyê, aktîvîstên ziman li ber avahîya rêveberîya perwerdeyê çalakîyekê li dar xistin.

Hin welatîyên li deverên din ên parêzgehê jî destekê dan çalakîyê.

Çalakvanên oksîtanî ji rêveberîya perwerdeyê daxwaz kirin, rêzê ji Qanûna Molac re bigire.

Qanûna Molac a 2021an de pêşî li perwedeya zimanên otokton ku li Fransayê wekî “zimanên herêmî” tê pênasekirin, vekiribû.

Bi taybetî, xala 7. a qanûnê destûrê dide oksîtanî li dibistanan bê fêrkirin.

Bi vê qanûnê, oksîtan dikarin li her parêzgehê salê dibistanekê vekin.

Herêma Oksîtanyayê/Tourisme-Occitanie

Zimanê oksîtanî

Tê texmînkirin hejmara kesên oksîtanî diaxivin di bin 500 hezarî de ye.

Oksîtanî zimanekî hatiye marjînalkirin û bi giranî li herêma Okstîtanyayê ya li başûrê Fransayê tê axaftin.

Nifûsa vê herêmê bi qasî 15 milyon e lê bi tenê li derdora 1,5 milyon kes bi vî zimanî dizanin. Tê texmînkirin hejmara kesên birêkûpêk oksîtanî bi kar tînin di bin 500 hezarî de ye.

UNESCO oksîtanî wekî zimankî “bi awayekî dijwar di xetereyê de ye” nîşan dide.

————————————–

Foto: Bajarê Pauyê/Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …