Hogir BERBIR
Cejna Zimanê Kurdî naveroka xwe ji 15’ê Gulana 1932an digire ku ji alî Celadet Elî Bedirxan ve hîmê kovareke kurdî ya bi tîpên latînî hatîye danîn. Celadet dest bi weşandina kovara bi navê Hawarê dike û heta 15 Tebaxa 1943an 57 hejmarên vê kovarê diweşîne.
Ev çend sal in em 15ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî li bakûrê welêt bi awayekî girseyî pîroz dikin. Di heman demê de li tevahî Kurdistanê û cihê kurd lê ne jî bi xebatên cihê reng li gor naveroka vê rojê tevdigerin û pîroz dikin. Her çi qas ji aliye UNESCO ve, di banga xwe ya di 17ê çiriya paşîn ya 1999an ve roja 21ê Sibatê wekî “Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê” ya cihanê bi nav kiriye jî, em kurd 21ê Sibatê bi awayekî din pîroz dikin û ji sala 2006an ve 15ê Gulanê, roja weşana kovara Hawarê, roja Zimanê Kurdî bi nav dikin û ji wê rojê şûn ve pîroz dikin.
Cejna Zimanê Kurdî naveroka xwe ji 15’ê Gulana 1932an digire ku ji alî Celadet Elî Bedirxan ve hîmê kovareke kurdî ya bi tîpên latînî hatîye danîn. Celadet dest bi weşandina kovara bi navê Hawarê dike û 15 Tebaxa 1943an 57 hejmar diweşîne.
Di hejmara Kovarê ya pêşîn de helbestvan Qedrî Can bi helbestek xwe tevlî kovarê dibe. Di hejmara duyem de Osman Sebrî, ya sisêyan de, Hemîd Ferec ku ji Başûrê Kurdistanê Hawarê pîroz dike û Dr. Ahmed Nafiz Begê Zaza, wekî bijîjkê Hawarê, di quncika bijîjkî de bi nivîşên xwe kovar xemilandiye. Û ji hejmara çaran pê de kovara Hawarê bi helbest û nivîsên hatiye xemilandin ji navdarên mina Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mustefa Ehmed Botî, Nûredîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî, Qedrî Cemîl Paşa û ji başûrê Kurdistanê ji kesên mîna Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Mela Enwerê Mayî, Bişarê Nêrwan, Pêrût, Lawikê Kurd di nav de digirin. Kovar li paytexta Suriyeyê Şamê, Taxa Kurdan, li Çapxana Tereqî dest bi weşana xebata xwe kir. Kovar ji 15 rojan carekê ve derdiket û Celadet di hejmara pêşîn de wiha gotiye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xwejiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e.”
Ji wê rojê ve Kovara Hawarê di dîroka weşangeriya kurdî de dibe xwedî cihekî giring. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbest ya edebiyata kurdî, bi nivîsên bijartî yên cihê reng hatin weşandin û di warê tîpguhêzî, rêziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî de şoreşeke nû bû ku nivîsên ji xeynî wêjeyê û dûrî siyasetê, bû şêwanek ku di wê demê gelek kesên wiha navdar di bin banê wê de cih bigirin, teşe girt.
Ji xeynî zimanê kurdî di her hejmarê de 3-4 rûpelên frensî cih digirt û kovar ji 20 rûpelan pêk dihat. Heta hejmara 23an jî nivîsên di kovarê de cih digirtin, li gel kurdî ku bi tîpên latînî, tîpên erebî jî hebû. Her wiha zimanê kurdî bi du alfebeyan derdiçû. Ji hejmara 23an wêde bi temamî bi tîpên latînî hat weşandin. Hawar, ji hejmara 1ê heta hejmara 23an, heta 25ê Tîrmeha 1933an li dû hev hatiye weşandin, hejmara 24ê di 24ê Nîsana 1934an de, hejmara 27ê di 15ê Nîsana 1941ê de hatiye weşandin û hejmara herî dawîn ya 57an jî di 15ê Tebaxa 1943an de hatiye weşandin û ji hejmara 57an şûn ve kovara Hawarê berê xwe ji nav weşanê da alî û nema derket.
Bi gelemperî dema ku mirov li temenê Hawarê dinêre, wekî domdar bidomiya, emrê wê sê sal e, lê sedemên rewşa aborî rê nade Mîr Celadet Bedirxan ku tê re derbas bibe û her wiha dibe sedemê kovarê yazdeh salan dirêj bike.
Ji alî nivîskar Firat Cewerî ve di sala 1998an de tevahî hejmarên kovara Hawarê ji nav weşanê Nûdemê da çapkirin û belav kirin.
Her wiha rûpelên Hawarê ji kesên ku xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikin vekirî bû û em kurd îro bi saya wan kesên li jor me bi nav kir, bi serkêşiya Bedirxaniyan îro ziman hatiye parastin, ji zimanê xwe hez dikin û pê dinivîsin. Bi vê boneyê îro wekî roja cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Bi pîroz kirinê re pêwîst e em zimanê zikmakî di nava qalibê pîrozbahiyê de nefetisînin û vê rojê bikin hincet ku hîn bêhtir li ziman xwedî derkevin û her dem û her warî bikin qada zimanê kurdî. Bi vî awayî em ê karibin teşeyê bidin Kovara Hawarê, lê xwedî derkevin û karibin vê rojê pîroz bikin.
Foto: Berga kovara Hawarê
———————————————–
Hogir Berbir
Hogir Berbir li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995an hatîye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kirîye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandîye. Gelek xebatên wî di di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Yek jî damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.