Arşîvên Tag: katalanî

Ewrûpa ji bo Katalanî bêbiryar e

Mijara fermîbûna zimanên Îspanyayê duh di Konseya Meseleyên Giştî ya li Luxembourgê de hat gotûbêjkirin. Wezîrên Ewrûpî ji Îspanyayê daxwaz kirin, ji bo heman mijarê pêşniyazeke din amade bike. Bi vê pêşniyazê daxwaz ev e, pêşiya fermîbûna daxwaza fermîbûna zimanûn din bigirin. Yekitiya Ewrûpayê careke din dengdana ji bo fermîbûna …

Bêtir »

“Dewleta we jî hebe ev ji bo ziman nabe garantî.”

“Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê bi van gotinan balê kişand ser dijwariya parastina ziman. “Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê Joan Sans Urgell bi van gotinan balê …

Bêtir »

Îspanya parlamentoyê ji Katalanî re vekir

Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Ev encama dîrokî tevlî têkoşîna bênavber a her sê neteweyan, ji ber arîtmetîka Parlamentoya Îspanyayê pêk hat. Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Parlamentoya Îspanyayê di …

Bêtir »

Andorra qanûneke ziman amade kir

Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Kesên dixwazin mafê xwe yên îkametê an mafê xebatê dirêj bikin divê Katalanî bizanibin. Andorra ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye. Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Pêşniyazqanûn wê bandorê …

Bêtir »

Îspanya ji bo wekheviya zimanan biryareke girîng da

Îspanya di meseleya wekheviya zimanan de gaveke dîrokî davêje. Di 19’ê Îlonê de wekîlên Katalan, Bask, Galîsî û yên ji Aranê wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Astengiya bikaranîna Katalanî û zimanên din ên herêman, li Parlamentoya Îspanyayê ji holê tê rakirin. Hefteya bê wê wekîlên Katalan, …

Bêtir »

Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …

Bêtir »

Fransa naxwaze belediye bi Katalanî biaxivin

Duh li Fransayê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê ji bo dozeke sosret rûnişt Doz ji ber giliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales a li başûrê Fransayê tê lidarxistin Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn e Fransa bi riya dadgehê dixwaze pêşî li bikaranîna katalanî ya …

Bêtir »

ELEN Îspanyayê bi “cûdaxwaziya ziman” sûcdar kir

    Tora Ewropa ya Wekheviya Ziman (ELEN) raporeke di derbarê binpêkirina mafên ziman a li Îspanyayê de pêşkêşî Komîteya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî kir. Rapor nîşan dide ku li Îspanyayê li dijî axêverên zimanên katalanî, galîsî, baskî, astûrî û aragonî cudaxwazî tê kirin. Rapora ku di 25’Hezîranê de …

Bêtir »

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Bêtir »