Zimanê katalanî li Valensiyayê xurt dibe

Valensiya herêmeke otonom a li rojhilatê Îspanyayê ye ku di Serdema Navîn de bi riya kolonîzasyona Mîrîtiya Katalan zimanê katalanî lê belav bûye. Rêvebiriya herêmê ji pêkhatina xweseriyê heta aniha qebûl nake ku zimanê xwerû ya herêmê katalanî ye. Rêvebirî ziman wekî valencià/ valenciano bi nav dike û bi vî awayî dixwaze ji mîrateya katalanî ya dîrokî û neteweperestiya katalanî dûr bimîne.

Bikaranîna zimanên hatine marjînalkirin a di qada aboriyê de ji aliyê zimanasan ji bo dombûna ziman mijareke krîtîk tê hesibandin. Katalanî bi taybetî li Valensiyayê her dem di bin zextên polîtîkayên rêvebiriyên nêzîkî hikumetên Madrîdê de bûye û derfetên pêşketina ziman li herêmê hatine bisînorkirin. Digel vê paşxaneya dîroka ziman, katalanî li herêmê hîn jî xwedî bingehek xurt e û di qada aboriyê de pêş dikeve.

Vekolînek dawî nîşan dide ku ji % 2.1’ê hatina aboriyê ya Herêma Xweser a Valensiyayê bi riya bikaranîna zimanê katalanî ya di qada kar de pêk tê. Vekolîna li ser hebûna ziman a di sektora aboriyê de ku ji aliyê Enstîtuya Valensiyayê ya Vekolînên Aboriyê (IVIE) hat kirin, nîşan dide ku katalanî hêmanek dînamîzekirina aboriyê ye.

Wezîrê Perwerde, Vekolîn, Çand û Sporê yê rêvebiriya herêmî Vicent Marza daneyên di warê alîkariya şîrketên ku rasterast bi karên zimanê katalanî re eleqeder in ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî daneyan, di sala 2017’an de van şîrketan 1.305 milyon euro alîkariya aboriya Valensiyayê kirine û 35.505 xebatkar di qada karên ziman de xebîtîne. Ji bili hatina aboriyê ya rastrast, bi awayekî ne rasterast (îndîrekt) sektora bi ziman re eleqeder 2.065 euro alîkariya aboriya herêmê kiriye û bi giştî 56.367 kes di qada bi ziman re eleqeder re xebitine ku ev jî dike ji % 2,9’ê hemû îstihdama li herêmê.

Di vekolînê de tê nîşandayîn ku sektorên ku zimanê katalanî tê de roleke mezin dilîze ev in: Endustriya ziman ku ji saziyên fermî û şexsî yên perwerdeya katalanî didinû şîrketên wergerê pêk tên; sektora çandê û navgînên ragihandinê ku di nava wê de pirtûkxane, weşangerî, berhemên bihîstiyarî-dîtbarî (audiovisual), çapemenî, radyo-tv hene.

Dîmenek ji paytext Valensiyayê

Perwerde qada bingehîn e

Vekolîn derxistiye holê ku perwerde qada bingehîn ê xebatên ziman e ku bi hatina xwe ya aboriyê û îstihdamê di pêşiya sektorên din de ye. Ji % 90,8’ê hatina aboriyê perwerde hildiberîne û ji % 87,3’yê îstihdamê di vê sektorê de ye ku ev jî dike 49.187 kes.

Navgînên ragihandinê û endustriya çandî bi hatina xwe ya aboriyê ya ji %  6,5 û ji % 10,6’ê îstihdamê sektora duyemîn e. Di şîrket û saziyên di vê qadê de bi tevahî 5.987 kes dixebitin.

Vekolîn derxistiye holê ku rêvebirî qada herî biçûk e ku katalanî xwedî hebûneke aboriyê ye. Hatina aboriyê ya ku xebatên bi ziman re eleqeder ên di vê qadê de hildiberîne bi tenê ji % 2,2’yê hemû aboriya ziman a li herêmê ye û ji 1,4’ê îstihdama aboriya ziman pêk tînin.

Valensiya herêmeke otonom a li rojhilatê Îspanyayê ye ku di Serdema Navîn de bi riya kolonîzasyona Mîrîtiya Katalan zimanê katalanî lê belav bûye. Rêvebiriya herêmê ji pêkhatina xweseriyê heta aniha qebûl nake ku zimanê xwerû ya herêmê katalanî ye. Rêvebirî ziman wekî valencià/ valenciano bi nav dike û bi vî awayî dixwaze ji mîrateya katalanî ya dîrokî û neteweperestiya katalanî dûr bimîne. Zimanê îspanyolî li herêmê zimanê serdest ê civakê ye û ji aliyê nêzîkî ji % 60’ê civakê tê bikaranîn

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …