Îspanya ji bo wekheviya zimanan biryareke girîng da

Îspanya di meseleya wekheviya zimanan de gaveke dîrokî davêje.

Di 19’ê Îlonê de wekîlên Katalan, Bask, Galîsî û yên ji Aranê wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin.

Astengiya bikaranîna Katalanî û zimanên din ên herêman, li Parlamentoya Îspanyayê ji holê tê rakirin.

Hefteya bê wê wekîlên Katalan, Bask, Galîsî û yên ji Newala Aranê bikaribin bi zimanê xwe li Parlamentoya Îspanyayê biaxivin.

Parlamentoya li Madridê wê ji bo rûniştina wekîlan wergerên van zimanan peyde bike.

Bi vê re jî wê sîstemeke teknîkî ya wergerê ku li Senatoyê Îspanyayê tê bikaranîn, bê avakirin.

Li gorî bernameya parlamenê wê rûniştina navborî di 19’yê Îlonê de dest pê bike û heta 21’ê mehê dom bike.

Rasthatina 19’ê Îlonê ya bi civîna Konseya Ewrûpayê re girîngiya vê rojê hîn bêtir zêde kir.

Konseyê wê di heman rojê de derbarê bikaranîna Katalanî û zimanên din ên Îspanyayê ya li saziyên Ewrûpayê de biryarê bide.

Bi mebesta zimanên navborî di Parlamentoya Îspanyayê de bên bikaranîn, reşnivîsa qanûnekê wê were ber destên wekîlan.

Sebeba reforma ziman 

PSOE ku berî hilbijartinê, li Îspanyayê li ser kar bû û niha jî dixwaze bi desteka partiyên Katalan û Bask careke din hukumetê ava bike.

Ev reforma ku wê rêziknameyên derbarê ziman de biguherîne, ji aliyê partiya PSOE (Partiya Karker a Sosyalîst a Îspanyayê) ve hate îmzekirin.

Partiyê berî hilbijartinê li Îspanyayê li ser kar bû û niha jî dixwaze bi desteka partiyên Katalan û Bask careke din hukumetê ava bike.

Sebeba reforma ziman jî di eslê de avakirina bingeha hukumeteke di bin lîderiya PSOE’yê de ye.

Ji bilî vê, partiyeke din a Îspanyol Sumar ku hêzeke siyasî ya çepgir e, vê reşnivîsê îmze kir.

Herwiha partiyên Katalan, Bask û Galîsyayê yên wekî ERC, Junts, PNV û BNG’ê jî vê heman reşnivîsê îmze kirin.

Eger vê reforma wekî biryarên Armengol tê naskirin bê qebûlkirin, wê êdî bi serbestî zimanên Katalanî, Baskî, Galîsî û Aranî li Parlamentoya Îspanyayê bên bikaranîn.

PP gef li reformê xwar

PP dibêje, zimanê fermî yê Îspanyayê fermî ye û lewma jî divê li parlamentoyê bi tenê Îspanyolî bê bikaranîn.

Partiya rastgir PP (Partiya Gel) ku partiya sereke ya şopgerê mîrata dema Franco ye, bi tundî li  hember reforma ziman derket.

PP dibêje, zimanê fermî yê Îspanyayê fermî ye û lewma jî divê li parlamentoyê bi tenê Îspanyolî bê bikaranîn.

Rêvebiriya vê partiyê ragihand, “Doktrîna Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê diyar dike, zimanên ji bilî Îspanyolî bi tenê li herêmên xwe fermî ne.”

Infowelat

Foto: Parlamentoya Îspanyayê /Jêder: Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …