Îspanya parlamentoyê ji Katalanî re vekir

Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin.

Ev encama dîrokî tevlî têkoşîna bênavber a her sê neteweyan, ji ber arîtmetîka Parlamentoya Îspanyayê pêk hat.

Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin.

Parlamentoya Îspanyayê di rûniştina xwe ya di 20’ê Îlonê de rê li ber bikaranîna her sê zimanan vekir.

Bi mebesta guherîna rêziknameyê, di parlementoya ji 350 wekîlan pêk dihat, dengdan hate lidarxistin.

Pêşniyaza li ser mijarê bi dengên 180 wekîlan hate qebûlkirin.

170 wekîlên Partiya Gel (PP), Vox û Yekitiya Gel a Navarrayê (UPN) dengên neyênî bi kar anîn.

Bi vê encamê, Katalanî, Baskî û Galîsî ligel Îspanyolî bûn zimanên xebatê yên parlamentoya li Madridê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, vê encama dîrokî tevlî têkoşîna bênavber a her sê neteweyan, ji ber arîtmetîka Parlamentoya Îspanyayê pêk hat.

Hukumeta Pedro Sanchez, di hilbijartinên dawî de piraniya parlamentoyê winda kir û li paş Partiya rastgir PP ma.

Sanchezê lîderê Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) ye, dixwaze bi riya desteka partiyên Katalan û Baskê careke din hukumetê ava bike.

Lewma lîderê sosyalîst ji bo plana xwe bibe serî, şertê fermîbûna her sê zimanan a di parlamentoyê de qebûl kir.

Katalanî, Baskî û Galîsî

Her sê ziman li herêmên otonom Katalonya, Welatê Bask, Galîsya, Valensiya û Giravên Balearê ligel Îspanyolî zimanê fermî ne.

Katalanî, bi dûv Îspanyolî re zimanê herî mezin ê Îspanyayê ye û 9 milyon kes bi vî zimanê dizanin.

Her sê ziman li herêmên otonom Katalonya, Welatê Bask, Galîsya, Valensiya û Giravên Balearê ligel Îspanyolî zimanê fermî ne.

Ligel ferbîbûna di rêvebiriya navendî û belediyeyan de, li van herêman perwerdeya bi zimanên navborî jî tê kirin.

Katalanî, bi dûv Îspanyolî re, zimanê herî mezin ê Îspanyayê ye ku ligel Katalonyayê li Valensiya, Balear û li parçeyeke Aragonê jî tê axaftin.

Li gorî daneyan, li van herêman li derdora 9 milyon mirov bi Katalanî dizanin.

Cografyaya zimanên li Îspanyayê tên axaftin. /Harîte: Lenguajeyotrasluces.com

Baskî zimanê herî kevn ê Îspanyayê ye û zimanê fermî yê Welatê Bask e.

750,000 welatiyên Baskê û herêma Navarrayê bi zimanê Baskî diaxivin.

Zimanê Galîsî li herêma Galîsya ya li bakurêrojavayê Galîsyayê ji aliyê 2 milyon kesan ve tê axaftin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Îspanyayê /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …