Valencia daxwaza otonomiyeke berfireh kir

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye ku berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye.

Nifûsa vê herêma li kêleka Derya Spî dirêj dibe, di ser 5 milyonî re ye.

Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê, di 1982’an de statuya otonomiyê wergirt.

Li Valenciayê ji bo parastina mafên herêmî çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Pêşengiya çalakiyê ji aliyê saziya Accio Cultural del Pais Valenciayê (ACPV) ve hate kirin.

Bi hezaran kesên li navenda bajêr kom bûn, ji bo parastina ziman û xurtkirina otonomiyê meşiyan.

Saziya Accio Cultural bi boneya meşê û Roja Herêma Valenciayê bernameyeke ji daxwazên wê pêk dihatin weşand.

Çar daxwazên saziyê yên di bernameyê de cî girtin bi kurtahî ev in:

Di meşa li Valenciayê  bi hezaran parazvanên otonomiyê û ziman hatin cem hev.
  • Pêdiviya civaka Valenciayê bi xurtkirina kapasîteya otonomiyê Divê mafê Parlamentoya Valenciayê bê xurtkirin.
  • Divê pereyê ji aliyê dewletê ji bo Valenciayê tê terxankirin bê zêdekirin. Heta ev pêk neyê xweseriyeke watedar jî pêk nayê.
  • Cudaxwaziya ziman a li dijî axêverên Valenciayî (Katalanî) tê kirin divê bê bidawîkirin. Beriya her tiştî divê hemû xizmetên gelemperî ku tenduristî jî tê de, bi du zimanan be.
  • Bi mebesta têkoşîna li dijî krîza aboriyê û jiholêrakirina newekhevitiyan, divê mafên demokratîk û civakî bên berfirehkirin.

Şerê Almansayê

Piştî şerê Almansayê (1707), Îspanya bi Biryarên Nova Planta dawî li xweseriya Valenciayê anî.

Hêjayî gotinê ye, ev çalakî beriya salvegera şerê Almansayê ya li Îspanyayê pêk hat.

Şerê Almansayê di 25’ê nîsana 1707’an de pêk hatibû û di encama şer de Qraliyeta Îspanyol Valencia û erdên derdora wê dagir kiribû.

Di heman salê de, bi riya Biryarên Nova Planta dawî li xweseriya Valenciayê hatibû anîn.

Di çarçoveya Nova Plantayê di serî de parlamentoya herêmî, hemû saziyên otonom ên Valenciayê hatibûn girtin.

Herêma Otonom a Valenciayê

Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê di 1982’an de bû xwedî otonomiyê.

Di proseya demokratîkbûna Îspanyayê de, ligel şazdeh herêmên din, Herêma Xweser a Valenciayê jî hate damezrandin.

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye ku berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye.

Nifûsa vê herêma li kêleka Derya Spî dirêj dibe, di ser 5 milyonî re ye.

Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê di 1982’an de bû xwedî otonomiyê.

Di proseya demokratîkbûna Îspanyayê de, ligel şazdeh herêmên din, Herêma Xweser a Valenciayê jî hate damezrandin.

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye. Herêm di 1982’an de mafê otonomiyê bi dest xist.

Li Valenciayê ligel Îspanyolî qismeke welatî bi Katalanî diaxivin û her du ziman jî li herêmê fermî ne.

Lêbelê rêvebiriya herêmê hebûna Katalanî qebûl nake û ziman wekî valencià/valenciano pênase dike.

Lewma jî aktîvîstên ziman ligel armancên din, ji hukumeta herêmî daxwaz dikin navê Katalanî li zimanê herêmî bike.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …