Îspanya fermîbûna Katalanî ya li Ewrûpayê nîqaş dike

Gelo Îspanya  ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê wê xebatê bike?

Lîderê PSOE (Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê) Pedro Sanchez diyar kir, ew ê ji bo vê gav bavêjin.

Îspanya diyar dike, ji bo Katalanî, Baskî û Galîsî bibin zimanên fermî yên saziyên Yekitiya Ewrûpayê wê gav bavêje.

Li gorî vê, xebata bikaranîna her sê zimanan a li Brukselê wê di dema serokatiya Îspanyayê ya di Yekitiya Ewrûpayê de pêk were.

Lîderê PSOE (Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê) Pedro Sanchez di Parlamentoya Îspanyayê de li ser vê mijarê axivî.

Sanchezê ku beriya hilbijartina giştî ya di 23’yê Tîrmehê de serokwezîrê Îspanyayê bû,  wiha axivî:

“Em divê bizanibin zimanên fermî yên li Îspanyayê nirxeke civaka me ne. Îspanya bi Îspanyolî diaxive. Lê Îspanya di heman demê de bi Katalanî, Baskî û Galîsî jî diaxive. Lewma jî wezîfeya me xurtkirina qadên temsîliyet, bikaranîn, û fêrkirina zimanên Îspanyayê ne.”

Îspanya di 1’ê Tîrmehê de serokatiya Yekitiya Ewrûpayê bi dest xistibû.

PSOE ku beriya hilbijartinê li ser kar bû, dixwaze careke din hukumeteke koalîsyonê ava bike.

Bi vê mebestê jî pêdiviya vê partiya serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê heye.

Ev jî destûrê dide, hukumeta Îspanyayê meseleya fermîbûna her sê zimanên Îspanyayê bike mijareke girîng ê rojeva Yekitiya Ewrûpayê.

PSOE ku beriya hilbijartinê li ser kar bû, dixwaze careke din hukumeteke koalîsyonê ava bike.

Bi vê mebestê jî pêdiviya vê partiya serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê heye.

Junts partiya serokê berê yê Katalan Carles Puigdemont e û di Parlamentoya Îspanyayê de xwedî 7 wekîlane.

Puigdemont: Qîmeta sozan tune ye

Meseleya fermîbûna Katalanî ya di Parlamentoya Ewrûpayê de cara ewil saleke berê hatibû rojeva hevdîtinên Îspanya-Katalonyayê.

Nûnerên hukumeta Îspanyol di hevdîtinên di çarçoveya diyaloga bi Katalanan re hatibûn lidarxistin soz dabûn, ew ê ji bo vê meseleyê bixebitin

Puigdemont bi biryare, heta tawizan bi dest nexe, destekê nede tu partiyên Îspanyayê.

Lîderê Katalan di parvekirineke xwe ya di medyaya sosyal de derbarê sekna xwe de wiha nivîsî:

“Baweriya me bi partiyên siyasî yên Îspanyol tune ye. Sozên tên dayîn ne dilê me xweş dike ne jî dilê me sar dike.”

Meseleya fermîbûna Katalanî ya di Parlamentoya Ewrûpayê de cara ewil saleke berê hatibû rojeva hevdîtinên Îspanya-Katalonyayê.

Nûnerên hukumeta Îspanyol di hevdîtinên di çarçoveya diyaloga bi Katalanan re hatibûn lidarxistin soz dabûn, ew ê ji bo vê meseleyê bixebitin.

Digel vê jî çendekî berê derketibû holê, tu hukumetên Îspanyayê ji bo fermîbûna Katalanî daxwazeke fermî ji Yekitiya Ewrûpayê nekiriye.

Infowelat

———————

Foto: Logoya Parlamentoya Ewrûpayê. /Wikipedia

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …