ELEN Îspanyayê bi “cûdaxwaziya ziman” sûcdar kir

 

 

Tora Ewropa ya Wekheviya Ziman (ELEN) raporeke di derbarê binpêkirina mafên ziman a li Îspanyayê de pêşkêşî Komîteya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî kir. Rapor nîşan dide ku li Îspanyayê li dijî axêverên zimanên katalanî, galîsî, baskî, astûrî û aragonî cudaxwazî tê kirin.

Rapora ku di 25’Hezîranê de hat pêşkêşkirin, ji aliyê delegasyoneke ELEN’ê ku ji Rosa de les Neus Marco û Marga Payola ya Platforma Ziman û  Ferran Suaya ji Çalakiya Çandî yên li Katalonyayê, Marcos Maceira ya ji Saziya Normalkirina Ziman a li Galîsyayê û Maria Bordallo ya ji Însîyatîfa Astûrî ya li Astûryasê pêk tê, hat amadekirin.

Di raporê de êrîşên li ser pênc zimanan ên di warê perwerdeyê, xizmetên edaletê û rêvebiriyê, sînema, televîzyon û etîketkirina berheman de hatin vegotin. Di raporê de ji Yekitiya Ewropayê hat xwestin ku cûdaxwaziya dewleta îspanyol a li dijî van zimanan bisekinîne û bi sebeba ku Îspanya Peymana Ewropî ya Mafên Bingehîn û Wekheviya Nîjadî binpê dike li dijî wê tedbîran bigire.

Sekreterê giştî yê ELEN’ê Davy Hicks jî destekê da raporê û got ku daneyên di raporê de nîşan didin “cudaxwaziya li dijî zimanên ne spanyolî di nava pergala dewleta îspanyol de sîstematîk e.”

ELEN di Parlamentoya Ewropî, Konseya Ewropayê, NY û UNESCO’yê de xwedî statuyeke şêwirmendiyê ye. Sazî di heman demê de beşdarê civînên Platforma Saziyên Derveyê Hikumetê ya ji bo Pirzimanî ya Komîsyona Ewropayê û çend rêxistinên di vî warî de jî dibe.

Jêder: Ciemen.cat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …