Bakurê Katalonyayê daxwaza “statuya taybet” kir

Bakurê Katalonyayê bi çalakiyeke girseyî ji Fransayê statuyeke taybet daxwaz kir.

Di çarçoveya vê statuyê de daxwaz ev e: Nasnameya çandî û zimanî ya herêmê bê naskirin.

Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye.

Li bajarê Perpignan ê li herêmê 2,000 kes ji bo statuyeke taybet a ziman çalakî lidarxistin.

Çalakiya girseyî pêr ango rojek beriya Roja Bakurê Katalonyayê de pêk hat.

Çalakgerên Katalan di çarçoveya statuya taybet de daxwaza naskirina nasnameya çandî û zimanî ya herêmê kirin.

Di çalakiyê de ji bilî parastina ziman, daxwazên sosyal-polîtîk ên komên siyasî yên Katalan jî derket pêş.

Çalakger vê sloganê berz kirin:

Ji bo Katalanî, ji bo sosyalîzmê, ji bo femînîzmê, xweza û serxwebûna Welatên Katalan!

Têkoşîn nebe Welatên Katalan nabe serbixwe!

7 Mijdarê Roja Bakurê Katalonyayê tê qebûlkirin.

Paşxaneya vê rojê xwe dispêre Peymana Pîreneyê ku di 7’ê Mijdara 1659’an de di navbera Îspanya û Fransayê de hatibû morkirin.

Bi vê peymanê, Katalonya hatibû parçekirin û Bakurê Katalonyayê ketibû bin kontrola Fransayê.

Ji wê rojê û pê ve, saziyên li Bakurê Katalonyayê hatibûn qedexekirin, zimanê Fransî li herêmê hatibû serdestkirin û bikaranîna Katalanî ya ji aliyê civakê gav bi gav kêm bûbû.

Ku der e Bakurê Katalonyayê?

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve beşeke Katalonyayê ye. Mezinbûna herêmê 4 116 km2  ye û di 450,000 mirov li herêmê dijîn.

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve beşeke Katalonyayê ye. Mezinbûna herêmê 4 116 km2  ye û di 450,000 mirov li herêmê dijîn.

Bakurê Katalonyayê ji çend bajar û navçeyên li bakurê Çiyayê Pîreneyan pêk tê. /Harîte: Terra Nostra

Belediyeyên li Bakurê Katalonyayê ji bo pêşiya bikaranîna Katalanî vekin îsal rêziknameyên xwe guherandibûn.

Lêbelê li ser giliyê parêzgeha Pyrenees-Orientalesê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê li dijî bikaranîna Katalanî biryarê dabû.

Di biryarê de hatibû gotin, Destûra Bingehîn Fransî wekî “zimanê komarê” pênase dike û lewma jî di karûbarên gelemperî de zimanekî din nikare bê bikaranîn.

————-

Foto: Dîmena çalakiy ali Perpignanê /Jornalet

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Call for solidarity with Kurdish media

The police raided two important Kurdish TV channels, which have the mission to inform the …