Aktîvîstên ziman roja zimanê katalanî li Mallorcayê pîroz kirin. Di çalakîyê de polîtîkaya ziman a hikumeta Giravên Balearê hat protestokirin. Roja zimanê katalanî ku wekî La Diada de la Llengua tê pênasekirin, her sal li Giravên Balearê tê pîrozkirin. Aktîvîstên ziman îsal jî roja katalanî di 10ê gulanê de li …
Bêtir »Katalanî zimanê ji sêyan yekê civakê ye
Ji sêyan yekê nifûsa Katalonyayê bi zimanê katalanî diaxivin. Encama yekemîn a daneyên dawî ji bo paşeroja katalanî xwedî peyameke negatîf e. Ji ber ku rêjeya bikaranîna katalanî ya civakê di 2023an de ji % 46 bû. Ji sêyan yekê nifûsa Katalonyayê bi zimanê katalanî diaxivin. Ev dane di derbarê …
Bêtir »Bloqaja partîyên îspanyolîst a li Katalonyayê
Serdestîya partîyên îspanyolîst bandora xwe ya di Katalonyayê gav bi gav nîşan dide. Parlamentoya Katalonyayê pêşnîyaza misogerkirina katalanî ya di perwerdeyê de red kir. Arîtmetîka Parlamentoya Katalonyayê bandoreye neyênî polîtîkaya ziman dike. Partîyên serxwebûnxwaz di hilbijartina par de li parlamentoyê piranîyê winda kirin. Ev jî dibe sebeb, desteka polîtîk a …
Bêtir »YE wê katalanî bike zimanê fermî?
Meseleya fermîbûna katalanî ya li YEyê van rojan piçekî jî li ber çîroka fermîbûna zimanê îrlandî (galîkî) tê gotûbêjkirin. Îrlandî 17 sal li bende ma ku bibe zimanê fermi yê YEyê. Katalanî wê bikaribe bibe zimanê fermî yê Yekitîya Ewrûpayê (YE)? Ev mesele ji sala 2023an û vir ve li …
Bêtir »Ziman stûneke nasnameya katalanbûnê ye
Têkiliya katalanbûn û zanîna ziman li Katalonyayê xurt e. Ji % 55ê welatiyên li Katalonyayê radigihînin, “ji bo katalanbûnê divê mirov bibe endamê komeke çandî û zimanî.” Piranîya kesên katalanbûn û katalanî bi hev ve girê didin, ciwan in û xwedî asta xwendina bilind in. Ji nîvê zêdetir katalan di …
Bêtir »Îspanyolî zimanê serdest ê Barcelonayê ye
% 36.5ê kesên li Barcelonayê dijîn di jiyana rojane de katalanî bi kar tînin. Ev daneyên ku parazvanên vî zimanî xist nava fikaran, bi Rapirsîya Xizmetên Şaredarîya Barcelonayê derket holê. Katalanî li paytexta Katalonya Barcelonayê sal bi sal kêmtir tê axaftin. Lêkolîneke dawî nîşan dide, ji % 36.5ê kesên li …
Bêtir »Katalonya destekê dide dibistanên li Fransayê
Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne. Hukumeta katalan biryarê da, 650,000 euro ji bo dibistanên katalanî yên bi navê La Bressola terxan kir. Katalonya ji bo katalanî di nava sînorên Fransayê de zindî bimîne polîtîkaya piştgirîyê dimeşîne. Polîtîkaya hukumeta katalanî bi taybetî …
Bêtir »Li Balearê 40,000 kes banga parastina ziman kirin
Li Giravên Balearê di “Roja zimanê katalanî de” 40,000 aktîvîstên ziman hukumeta herêmî protesto kirin. Aktîvîstê katalanî Antoni Llabres got, ew naxwazin hukumeta herêmî meseleya bijartina katalanî wekî zimanê xizmetê ji welatîyan re bihêle. Navenda vê çalakîya mezin paytexta Balearê Palma bû. Di “Roja zimanê katalanî de” aktîvîstên ziman li …
Bêtir »Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya
Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir PP-VOXê hatin şermezarkirin. Li Herêma Otonom a Valenciayê ya dawîya vê hefteyê zimanparêz li kolanan bûn. Bi hezaran kes tevlî çalakiyên ji bo parastina ziman û nasnava herêmê bûn. Meşa mezin a îsal ku 27ê …
Bêtir »Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman
Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê de çar pêşniyazqanûnên niha di rojeva parlamentoya herêmî de ne wekî êrişa li hemberê ziman, azadîya medyayê û civaka demokratîk hatin pênasekirin. Aktîvîstên ziman ên li Valenciayê ji bo parastina katalanî di nava tevgerê de ne. …
Bêtir »Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî
Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e. Zimanê katalanî serfiraziya xwe ya di platformên online de didomîne. Vê carê Wikipediayê nûçeyeke xweş ji bo serfirazîya katalanî …
Bêtir »Andora zanîna bi katalanî ferz dike
Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku ew bi katalanî dizanin. Bi heman qanûnê wê Desteya Kordînasyonê ya Ziman û Konseya Neteweyî jî bê damezrandin. Tê ragihand pêşniyazqanûn wê bandorê li 3,000 kesên bîyanî bike. Andorra naveroka pêşnûmaya ji bo parastina katalanî …
Bêtir »Valencia ji bo katalanî meşiya
Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin. Di daxuyaniyan de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger …
Bêtir »Etîmolojîya katalanî di înternetê de hat weşandin
Ferhenga Etîmolojîkî ya Temamker a Zimanê Katalanî (DECLC) li ser înternetê hat weşandin. Ev ferheng, bi tevahî ji 10 cîldan pêk tê û ji aliyê fîlolog Joan Coromines ve hatiye amadekirin. Hemû cîldên ferhengê di navbera salên 1980 û 1991’an de hatine weşandin. Xebateke giranbuha di ya li ser etîmolojiya …
Bêtir »CIEMEN kampanyaya ziman da destpêkirin
CIEMEN ji bo mafên kesên bi katalanî diaxivin kampanyayekê da destpêkirin. Armanca kampanyayê, zêdekirina hişmendiya parastina ziman di sektorên aboriyê, hêzên ewlekariyê, edalet û tenduristiyê de ye. Saziya katalan CIEMEN ji bo mafên ziman kampanyayekê da destpêkirin. Kampanya di bin sernivîsa “Mafê te heye! Katalanî zimanê herkesî ye” tê lidarxistin. …
Bêtir »NY ji bo perwerdeya li Katalonyayê bi fikar e
Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê helwesta li dijî bikaranîna katalanî de bi fikar e. Raportorê Taybet a NYyê Fernand de Varennes derbarê biryara Dadgeha Bilind a Katalonyayê de ji Îspanyayê agahî xwest. Dadgeha Bilind a Katalonyayê biryar dabû, dibistanekî li Katalonyayê divê herî kêm dersekê bi zimanê îspanyolî bide. Neteweyên Yekbûyî …
Bêtir »Dîplomasiya ji bo fermîbûna katalanî berdewam e
Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Biryara taloqkirinê li ser daxwaza Îspanyayê hat girtin. Îspanya ji ber fikara ku pêşniyaza fermîbûnê wê bê redkirin vê daxwazê kiriye. Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Dengdan di civîna Konseya Meseleyên Giştî ya …
Bêtir »Firotina pirtûkên bi katalanî zêde dibe
Îsal pirtûkên bi katalanî 12 ji % zêde hatine firotan. Firotina pirtûkên bi katalanî Ii seransera Katalonyayê ji 120 milyon euroyî derbas kiriye. Firotina pirtûkên bi zimanê katalanî di 2023’an de zêde bûn. Agahiya li ser vê mijarê ji aliyê Saziya Weşangerên Katalonyayê Gremi d’Editors de Catalunya ve hat ragihandin. …
Bêtir »Katalanî li Balearê kêm tê axaftin
Katalanî zimanê dayikê ya 33.7 ji % welatiyên Giravên Balearê ye. Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê Katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn. Polîtîkayên Îspanyolîst ên hukumetên PP’yê wekî sebeba sereke ya paşveçûna ziman tê qebûlkirin. Axaftina Katalanî ya li Giravên Balearê her ku diçe kêm …
Bêtir »Balear ji bo Katalanî mobîlîze dibe
Hukumeta herêmî ya di bin kontrola partiya PP (Partiya Gel) de dixwaze destkeftinên zimanê Katalanî bi dawî bike. Plana hukumetê guherandina modela perwerdeya ziman a li dibistanên navîn ên Balearê ye. Parazvanên Katalanî duh li dijî hewldanên hukumetê li Mallorcayê çalakî li dar xistin. Giravên Balearê ji bo parastina zimanê …
Bêtir »Bakurê Katalonyayê daxwaza “statuya taybet” kir
Bakurê Katalonyayê bi çalakiyeke girseyî ji Fransayê statuyeke taybet daxwaz kir. Di çarçoveya vê statuyê de daxwaz ev e: Nasnameya çandî û zimanî ya herêmê bê naskirin. Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye. Li bajarê Perpignan ê li herêmê 2,000 kes ji bo statuyeke …
Bêtir »