Katalanî zimanekî bi bandor ê cîhanê ye

Barometreya Zimanên Cîhanê ya 2022’an a Wezareta Çandê ya Fransayê diyar kir, Katalanî dozdemîn zimanê herî bi bandor ê cîhanê ye.

Lêkolîn ji 5 salan carekê tê kirin û 641 zimanan li gorî hin pîvanan di lîsteyekê de rêz dike.

Katalanî dozdemîn zimanê herî bi bandor ê cîhanê ye.

Ev agahiya surprîz bi lêkolîneke dawî ya li ser zimanan derket holê.

Lêkolîna bi navê Barometreya Zimanên Cîhanê ya 2022’an ji aliyê Wezareta Çandê ya Fransayê ve hate kirin.

Ev barometreya ji 5 salan carekê tê kirin, derbarê bi sedan zimanên cîhanê de ye.

Lêkolîna dawî 641 zimanan li gorî hin pîvanan di lîsteyekê de rêz dike.

Îngilîzî, Fransî û Îspanyolî wekî hercar îcar jî bûn zimanên herî bi bandor ên cîhanê û di serê lîsteyê de cî girtin.

Almanî, rûsî, îtalyanî û swêdî li dûv van her sê zimanan ketin lîsteyê.

Çima Katalanî bi bandor e?

Barometre nîşan dide, ji ber van faktoran, katalanî digel cografyaya xwe ya biçûk dibe yek ji zimanên herî xurt ê cîhanê.

Eynî ji ber vê sebebê, zimanê Mandarîn ê Çînê, digel hejmara kesên pê diaxivin 100 qat zêdetire, di warê bandora global de ji katalanî kêmtir e.

Barometreya ziman, katalanî piştî holendî di rêza dozdemîn a lîsteyê de bi cî kir.

Katalanî bi pûanê xwe yê 6,729, wekî zimanekî bi bandor û global hate qebûlkirin.

Baş e, zimanekî bi tenê ji aliyê 8 milyon kesan ve tê axaftin, çawa dikare bibe yek ji zimanê herî bi bandor ê cîhanê?

Barometreya Wezareta Fransî vê yekê bi hin pîvanên diyar kiriye, îzeh dike.

Li gorî vê, du faktorên herî  girîng hene ku vê encamê derdixin holê.

Yek ji wan derbarê xwezaya bikaranîna ziman a wekî zimanê yekemîn û zimanê duyemîn ê jiyanê ye.

Ya din, faktora kontekstê ye ku derbarê xwezaya civakî, polîtîk, çandî û teknolojîk de ye ku ziman tê de tê bikaranîn.

Barometre nîşan dide, ji ber van faktoran, katalanî digel cografyaya xwe ya biçûk dibe yek ji zimanên herî xurt ê cîhanê.

Eynî ji ber vê sebebê, zimanê Mandarîn ê Çînê, digel hejmara kesên pê diaxivin 100 qat zêdetire, di warê bandora global de ji katalanî kêmtir e.

Bi bandor e lê statu nizm e

Modela Barometreya Zimanên Cîhanê bi kar anî ye, ji aliyê “asta naskirinê” jî zimanan tesnîf kiriye.

Ev jî ji “naskirina qanûnî” û “naskirina de fakto”(pratîk) pêk tê.

Model “zimanên di rêza yekemîn de” û “zimanên tevlî zimanekî din fermî an zimanên di rêza duyemîn de” ji hev vediqetîne.

Li gorî vê pîvanê, katalanî xwedî pûaneke gelekî kêm e û di nava sînorên coxrafyaya xwe de ji ber hebûna fermî ya spanyolî bi marjînalbûnê ve rû bi rû ye.

Di warê bikaranîna înternetê de katalanî bi 0.911 pûanî digihîje asteke rekorê û dikeve pêşiya zimanê herî mezin ê cîhanê.

Katalanî û înternet

Îndekseke din a modela Barometreyê ji xwe re esas girtî ye, hebûna ziman a di torên dîjîtal de ye.

Katalanî bi taybetî bi hebûna xwe ya di Wikipediayê de di pêş gelek zimanan de ye û lewma jî yek ji zimanê herî aktîf ê cîhanê tê qebûlkirin.

Di warê bikaranîna înternetê de katalanî bi 0.911 pûanî digihîje asteke rekorê û dikeve pêşiya zimanê herî mezin ê cîhanê.

Di vê mijarê de pûanê Îngilîzî 0.911, Fransî 0.909, Îspanyolî 0.701 û rûsî 0.813 ye.

—————-

Foto:Vilaweb

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …