Ewrûpa ji bo Katalanî bêbiryar e

Mijara fermîbûna zimanên Îspanyayê duh di Konseya Meseleyên Giştî ya li Luxembourgê de hat gotûbêjkirin.

Wezîrên Ewrûpî ji Îspanyayê daxwaz kirin, ji bo heman mijarê pêşniyazeke din amade bike.

Bi vê pêşniyazê daxwaz ev e, pêşiya fermîbûna daxwaza fermîbûna zimanûn din bigirin.

Yekitiya Ewrûpayê careke din dengdana ji bo fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî betal kir.

Mijara fermîbûna zimanên Îspanyayê duh di Konseya Meseleyên Giştî ya li Luxembourgê de hat gotûbêjkirin.

Wezîrên Ewrûpî ji Îspanyayê daxwaz kirin, ji bo heman mijarê pêşniyazeke din amade bike.

Bi vê pêşniyazê, hin endamên Yekitiya Ewrûpayê dixwazin pêşiya fermîbûna daxwazeke din a fermîbûna zimanan bigirin.

Ev jî tê vê wateyê, gelek welatên endam naxwazin derî li fermîbûna zimanên welatên din vekin.

Wezîrê Karên Derveyê Îspanyayê Jose Manuel Albares derbarê meseleyê de agahî da.

Albares got, eger welatê wan meseleyê rojeva Yekitiya Ewrûpayê “zimanên din wê nikaribin ji vê reformê sûd wergirin.”

Wezîrê Îspanyol da zanîn, Katalanî, Baskî û Galîsî zimanên fermî yên Parlamento û Senatoya Îspanyayê ne.

Li aliyekî din, hukumeta Katalan diyar kir, di civînê de tu endam pêşniyazê boykot nekirine û ev jî ji bo fermîbûna Katalanî xebereke xweş e.

24 ziman fermî ne

24 zimanên welatên endam, di heman demê de zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê ne.

Îspanya di 17’yê Tebaxa 2023’an de ji bo fermîbûna Katalanî, Baskî û Galîsî serî li Yekitiya Ewrûpayê dabû.

Wezîrên Ewrûpî di civîna 20 Îlonê de mijarê gotûbêj kiribûn û ji bo biryardayinê daxwaza lêkolîneke berfireh a li ser çarçoveya fermîbûnê kiribûn.

Mijara fermîbûna zimanan bi konsensûsa 27 wekîlên Yekitiya Ewrûpayê tê girtin.

24 zimanên welatên endam, di heman demê de zimanên fermî yên Yekitiya Ewrûpayê ne.

Foto: Konseya Ewrûpayê /Medyaya Sosyal
Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …