Arşîvên Tag: îspanya

Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî

Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê  Pamplona (bi baskî Iruñea)  hat lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. …

Bêtir »

Majorca daxwaza self-determînasyonê kir

  Li bajarê Palmayê ya Majorcayê meşeke ji bo self-determînasyonê hat lidarxistin. Xwepêşander doza serxwebûna Giravê Balearê kirin. Li paytexta Giravê Balearê Palmayê 2500 kes bi armanca serxwebûna giravê meşiyan. Meş di Roja Neteweyî ya Majorcayê de hat lidarxistin. Partiyên neteweperest ên Majorcayê û komên sivîl beşdarê meşa di 31’ê …

Bêtir »

Dadgeha Madrîdê biryara katalan betal kir

    Dadgeha Destûra Bilind a Îspanyayê îro biryara Parlamentoya Katalonyayê ya ji bo  pêkanîna serxwebûna Katalonyayê, betal kir. Kurtedemek berê hikumeta îspanyol ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê dabû. Biryara Parlamentoya Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de bi dengên partiyên hevalbendiya serxwebûnê Ji bo Erê Bi hev re …

Bêtir »

Parlamentoya Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê da destpêkirin

      Biryareke ku pêvajoya damezrandina dewleteke serbixwe ya katalan dida destpêkirin, ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hat qebûlkirin. Li gorî biryara ku di 9’ê Mijdarê de hat qebûlkirin de wê di navbera 18 mehan de dewleteke katalan bê damezrandin. Biryar bi dengên 72 wekîlên îtîfaqa Junts Pel Si (Bi …

Bêtir »

Li Baskê bernameya ji bo girtiyên nexweş

        Bernameya ji bo serbestberdana girtiyên bask ên nexweş a li Bilbaoyê bi dawî bû. Bernameya bi navê Etxea Gunea çar roj dom kir û di vê demê de gelek çalakiyên cihêreng ên ji bo kişandina bala raya giştî hatin lidarxistin. Etxea Gunea navê meydaneke navendî ya …

Bêtir »

Companys 75 sal berê hat înfazkirin

    Serokê Katalonyayê Luis Companys di 1940’an de ji aliyê rejîma faşîst a îspanyol ve hat înfazkirin. Companys ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Almanya Gestapoyê ve radestî Îspanyayê hatibû kirin. Katalanên welatparêz bang li hikumeta îspanyol kirin ku rêzê ji bîranîna Companys re bigire. Serokê hikumeta katalan Generalitat Lluis …

Bêtir »

Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin

      Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …

Bêtir »

Serxwebûnxwaz li Katalonyayê bi ser ketin

      Di hilbijartina herêmî ya Katalonyayê de alîgirên serxwebûna herêmê bi ser ketin û li Parlamentoya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, 72 kursiyan bi dest xistin. Piştî serkeftina hilbijartinê, çav li rêyê ku aliyê katalan ji bo serxwebûnê gavên yekalî bavêje. Beşdariya gelê katalan a ji …

Bêtir »

Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê

      Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin.  Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …

Bêtir »

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »

Swêd û Awistralya modelên xizneya Katalonyaya serbixwe ne

      Serokê Hikumeta Katalan Artur Mas roja Duşemê modela Xizneya Katalonyayê ya dema serxwebûnê  pêşkêş kir. Aliyê herî girîng ê vê modelê damezrandina saziyeke bacê ya katalan e ku wê hemû baca li herêmê berhev bike. Niha hêza berhevkirina bacê di destê dewleta Îspanyayê de ye û dewlet …

Bêtir »

Li Galîsyayê “Roja Niştiman” hat pîrozkirin

      Li herêma Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Niştimana Galîsyayê bi beşdariya bihezaran kesan ve hat pîrozkirin. Bi mebesta pîrozbahiyên duh, li paytext Santiago de Compostellayê bernameyên curbecur hatin li dar xistin ku yek ji wan meşa neteweperestên herêmê bû. Roja Niştimana Galîsyayê ku ji aliyê hin kesan …

Bêtir »

Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

      Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …

Bêtir »

Ji katalonyayê gefa serxwebûna yekalî

      Li Katalonyayê lîderên alîgirên serxwebûnê bi serxwebûna yekalî gef li Îspanyayê xwarin. Pênc lîderên serxwebûnwaz li Barselonayê dan xuyakirin ku eger Madrîd pevajoya self-determînasyona herêmê asteng bike ew ê vî gavî bavêjin. Namzetên Junts pel Si (Ji bo erê bi hev re) yên CDC, ERC û saziyên …

Bêtir »

Li Galîsyayê hewldana ji bo normalkirina ziman

      Li herêma xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê pêvajoyeke nû ya ji bo parastina ziman dest pê kir. Ji bilî partiya îktîdar a Îspanyayê PP (Partiya Gel), hemû rêxistinên siyasî yên li herêmê di 15’yê Tîrmehê de Deklerasyona Yekgirtî ya ji bo Normalkirina Zimanê Galîsî îmze kirin. …

Bêtir »

Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?

    Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin.  Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin. Profesor …

Bêtir »

ELEN Îspanyayê bi “cûdaxwaziya ziman” sûcdar kir

    Tora Ewropa ya Wekheviya Ziman (ELEN) raporeke di derbarê binpêkirina mafên ziman a li Îspanyayê de pêşkêşî Komîteya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî kir. Rapor nîşan dide ku li Îspanyayê li dijî axêverên zimanên katalanî, galîsî, baskî, astûrî û aragonî cudaxwazî tê kirin. Rapora ku di 25’Hezîranê de …

Bêtir »

Li Baskê “dema biryardayinê dest pê kir”

    Îro li seranserê Welatê Bask meşên girseyî yên ji bo destekdayina diyarkirina mafên qederê hatin lidarxistin. Bi taybetî li bajarê Baiona ya li başûrêrojavayê Fransayê, li Bilbao, Donostia û Vitoria-Gasteiz ên li Herêma Xweser a Baskê û li Pamplonayê ku paytexta Herêma Xweser a Navarrayê ye bi deh …

Bêtir »

Damezrandina xwerêvebirina Aranê hat pîrozkirin

      Salvegera damezrandina Konseya Giştî ya Aranê,  li herêma Aranê ya li Îspanyayê hat pîrozkirin. Çalakiyên pîrozkirina damezrandina xwerêvebirina Aranê li paytext Vielhayê di 13’yê Hezîranê de dest pê kir û heta 17’yê mehê dom kirin. Newala Aran herêmeke xweser a di nava axa Katalonyayê de ye. Konseya …

Bêtir »