Rola Puigdemont a ji bo hukumeta Îspanyayê

Li Îspanyayê ji bo damezrandina hukumetê pêdiviya her du partiyên mezin bi koalîsyonê heye.

Ev jî pêdiviya partiyên Îspanyol a bi partiyeke serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê derdixe holê.

Li Îspanyaya ku hilbijartineke giştî li dûv xwe hişt, hîn hukumet nehatiye damezrandin.

Hejmara wekîlên her du partiyên mezin ên Îspanyayê nêzîkî hev in û pêdiviya partiyan bi koalîsyonekê heye.

Ev jî pêdiviya Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) a li ser kar a bi partiyeke Katalan Juntsê derdixe holê.

Junts partiyeke serxwebûnxwaz a Katalan e û berpirsê proseya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ye.

Tevlî Juntsê, niha rola lîderê partiyê yê berê Carles Puigdemont a ji bo avakirina hukumeta Îspanyol jî tê nîqaşkirin.

Puigdemontê ku di 2016-17’an de serokê Katalonyayê bû, niha li Belçîkayê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Rêvebiriya Juntsê ji PSOE dixwaze ji bo avakirina hukumetê bi Puigdemont re muzakereyan bike.

Lîderê Katalan Puigdemont jî ji bo destek bide partiya serokwezîr Pedro Sanchez daxwaza efûya hemû aktîvîstên polîtîk ên Katalan dike.

Daxwazeke din jî serbestkirina lidarxistina referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ye.

Lîderê Katalan Puigdemont jî ji bo destek bide partiya serokwezîr Pedro Sanchez daxwaza efûya hemû aktîvîstên polîtîk ên Katalan dike.

Yek ji aktîvîstan Puidemont e ku niha nikare vegere welatê xwe Katalonyayê.

Daxwazeke din jî serbestkirina lidarxistina referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê ye.

Cîgira Serokwezîrê Katalonyayê Jesús Montero di bersiva xwe ya ji bo Puigdemont de got, “ew dikarin di çarçoveya Destûra Bingehîn a Îspanyayê de daxwazên Katalonyayê muzakere bikin.”

Wateya vê jî ev e, PSOE ji ber tirsa mixalefeta rastgir û nîjadperest zû bi zû xwe nade ber pêkanîna daxwazên Puigdemont û partiya wî.

Rola hilweşîner a Puigdemont

Eger ji muzakerekeyên ji bo avakirina hukumetê encamekî dernekeve wê hilbijartina giştî ya Îspanyayê bê dûbarekirin.

Lewma jî Carles Puigdemont ji aliyekî ve xwedî roleke hilweşîner a hukumeta Îspanyayê ye.

Îhtimaleke din jî desteka Juntsê ya ji bo PP’ya rasgtir e ku wekî partiya sereke ya mîratgira dema Franco tê qebûlkirin.

Lê belê ev îhtimal jî ji ber pozîsyona netewperest a vê partiyê gelekî biçûk tê qebûlkirin.

Eger ji muzakerekeyên ji bo avakirina hukumetê encamekî dernekeve wê hilbijartina giştî ya Îspanyayê bê dûbarekirin.

Lewma jî Carles Puigdemont ji aliyekî ve xwedî roleke hilweşîner a hukumeta Îspanyayê ye.

Digel vê jî, hilbijartineke muhtemel dikare ji bo Katalonyayê encameke xerab jî bi xwe re bîne.

Eger ji sindoqê PP derkeve ev ê helwesta Îspanyayê ya li hemberê daxwazên neteweyî ya Katalonyayê wê tundtir bibe.

Hilbijartina 2023’an a Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din bûbûn xwediyê 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê.

Li Îspanyayê di 23 Tîrmehê de hilbijartinên ji bo parlamento û senatoyê hatibûn lidarxistin.

Partiya Gel (PP) a rastgir ku serkêşiya mixalefetê dikir, bûbû hêza siyasî ya yekemîn.

PP bi rêjeya 33 ji % a dengan 136 kursiyên parlamentoyê bi dest xistibû.

Partiya Karkeran a Sosyalîst a Îspanyayê (PSOE) 31 ji % dengan wergirtibû û bû xwediyê 122 kursiyan.

Partiya rast a nîjadperest VOX 33 wekîl û partiya çepgir Sumar jî 31 wekîlan bi dest xistibûn.

Herwiha, ji 350 kursiyên Parlamentoya Îspanyayê bûbû para partiyên serxwebûnxwaz û otonomîxwaz.

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din bûbûn xwediyê 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê.

Infowelat

Foto: Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont /Çavkanî: Catalangovernment.eu

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …