Pedro Sanchez dixwaze hukumetê ava bike

A.rahman Çelîk

Îspanya ji meha Tîrmehê û vir ve nikare hukumeta xwe ava bike.

Alberto Núñez Feijóoyê lîderê mixalefeta rastgir a sereke ye, nikaribû hukumeta nû damezrîne.

Kralê Îspanyayê mafê avakirina hikûmetê da lîderê Partiya Sosyalîst a Karker (PSOE) Pedro Sanchez.

Partipa Ge (PP) yê Feijóo di hilbijartinê de bûbû hêza yekemîn lê nikaribû di parlamentoyê de piraniyê bi dest bixe.

Lewma jî Kralê Îspanyayê mafê avakirina hikûmetê da lîderê Partiya Sosyalîst a Karker (PSOE) Pedro Sanchez.

Sanchezê serokwezîrê berê yê Îspanyayê bû, niha dixwaze şensê xwe yê damezrandina hukumetê bi kar tîne.

Pedro Sanchezê ji sala 2018’yan ve serokwezîrê Îspanyayê bû, heta 27’ê Mijdarê wextê wî heye.

Sanchez ji bo bikarine hukumetê damezrîne, pêdiviya wî bi piştevaniya Partiya Katalan a Juntsê heye

Junts beriya damezrandina hukumetê dixwaze efûya siyasî ji bo girtiyên Katalan re bê derxistin.

Pedro Sanchezê ji sala 2018’yan ve serokwezîrê Îspanyayê bû, heta 27’ê Mijdarê wextê wî heye.

Eger heta wê wextê nikaribe hikûmetê damezrîne, Îspanya wê careke din hilbijartinê li dar bixe.

Foto: Pedro Sanchez. /Foto: Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …