Arşîvên Tag: îspanya

Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser

Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn. Di encama hilbijartinê de Partiya …

Bêtir »

Ji nava dilê Îspanyayê banga serxwebûnê

Tevgera serxwebûnxwaz a katalan li Madrîdê xwepêşandaneke dîrokî li dar xist. Bi hezaran kes li ser banga 50 sazî û partiyên siyasî yên serxwebûnxwaz ji Katalonyayê herikîn nava dilê Îspanyayê û beşdarê çalakiya ‘meşa biryardayinê’ bûn. ANC (Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê), Omnium Cultural, Junts Per Catalunya, Esquerra Republicana û CUP …

Bêtir »

Olivier Peter: Îspanya ji mafên mirovan re rêzê nagire

Girtin û darizandina endamên tevgera serxwebûnxwazên katalan demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Tevgera katalan ji bo balkişandina rewşa girtiyên siyasî hemû derfetên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Bi taybetî rêxistin û saziyên Yekitiya Ewrûpayê û hin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY ciyê hemleya dîplomatîk ên tevgera …

Bêtir »

Serhildêrê katalan polîtîkayên Îspanyayê darizand

Jordi Cuixart: “Serdestiya hiqûqî ne li ser demokrasiyê ye, ji ber ku di dema rejîma Franko de jî serdestiya hiqûqî hebû.” Darizandina lîderên gelê katalan a ji aliyê dadgeheke bilind a Îspanyayê ket hefteya xwe ya sêyemîn. Roja sêşemê berpirsê saziya herî mezin a civaka sivîl Jordi Cuixart derket pêşberî …

Bêtir »

Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn

Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …

Bêtir »

Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî

Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê  Pamplona (bi baskî Iruñea)  hat lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. …

Bêtir »

Majorca daxwaza self-determînasyonê kir

  Li bajarê Palmayê ya Majorcayê meşeke ji bo self-determînasyonê hat lidarxistin. Xwepêşander doza serxwebûna Giravê Balearê kirin. Li paytexta Giravê Balearê Palmayê 2500 kes bi armanca serxwebûna giravê meşiyan. Meş di Roja Neteweyî ya Majorcayê de hat lidarxistin. Partiyên neteweperest ên Majorcayê û komên sivîl beşdarê meşa di 31’ê …

Bêtir »

Dadgeha Madrîdê biryara katalan betal kir

    Dadgeha Destûra Bilind a Îspanyayê îro biryara Parlamentoya Katalonyayê ya ji bo  pêkanîna serxwebûna Katalonyayê, betal kir. Kurtedemek berê hikumeta îspanyol ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê dabû. Biryara Parlamentoya Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de bi dengên partiyên hevalbendiya serxwebûnê Ji bo Erê Bi hev re …

Bêtir »

Parlamentoya Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê da destpêkirin

      Biryareke ku pêvajoya damezrandina dewleteke serbixwe ya katalan dida destpêkirin, ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hat qebûlkirin. Li gorî biryara ku di 9’ê Mijdarê de hat qebûlkirin de wê di navbera 18 mehan de dewleteke katalan bê damezrandin. Biryar bi dengên 72 wekîlên îtîfaqa Junts Pel Si (Bi …

Bêtir »

Companys 75 sal berê hat înfazkirin

    Serokê Katalonyayê Luis Companys di 1940’an de ji aliyê rejîma faşîst a îspanyol ve hat înfazkirin. Companys ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Almanya Gestapoyê ve radestî Îspanyayê hatibû kirin. Katalanên welatparêz bang li hikumeta îspanyol kirin ku rêzê ji bîranîna Companys re bigire. Serokê hikumeta katalan Generalitat Lluis …

Bêtir »

Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin

      Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …

Bêtir »

Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê

      Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin.  Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …

Bêtir »

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »

Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

      Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …

Bêtir »