Partiyên herêmî bûn xwediyê 38 wekîlên Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin.

37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin.

Hilbijartinên giştî yên Îspanyayê îsal ji bo partiyên li herêmên xweser encamekî cihê bi xwe re anî.

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin.

Parlamentoya Îspanyayê bi tevahî ji 350 kursiyan pêk tê.

37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin.

Digel ku ev hejmar li gorî hilbijartina berê kêmtir e jî, ji bo domandina hukumetê pêdiviya serokwezîr Pedro Sanchez bi van partiyan heye.

Encamên hilbijartinan li gorî sê herêmên xweser ên girîng wiha ye:

Katalonya

Partiyên serxwebûnxwaz ên Katalan di vê hilbijartinê de hejmara kursiyên xwe ji 23’an daxistin 14’an.

Partiya Komarger a Katalan (ERC) ku niha li ser kar e, bû xwediyê 7 wekîlên Parlamentoya Îspanyayê.

Partiyên serxwebûnxwaz ên Katalan di vê hilbijartinê de hejmara kursiyên xwe ji 23’an daxistin 14’an.

Hemû partiyan tev bi bi hev re 28 ji % dengên li Katalonyayê wergirtin.

Di hilbijartinên di 2019’an de heman partî 52 ji % dengan bi dest xistibûn.

Partiya Komarger a Katalan (ERC) ku niha li ser kar e, bû xwediyê 7 wekîlên Parlamentoya Îspanyayê.

ERC’ê di 2019’an de 13 kursî bi dest xistibûn.

Juntsê hejmara kursiyên xwe yek kêm kir û bû xwediyê 7 kursiyan.

Partiya Comú ku federalîzmê dixwaze, 6 ji 7 kursiyên xwe yên di parlamentoyê de parast.

Herçî partiya antî-kapîtalîst CUP bû, wê her du kursiyên xwe yên di parlamentoyê de winda kirin.

Tê ragihandin, yek ji sebebên vê encamê tevlîbûna kêm a hilbijartinên li Katalonyayê ye.

Welatê Bask

EH Bildu ku nûneriya çepa netewperest dike, bû partiya herî serkeftî ya li Baskê.

Bildu di hilbijartinê de cara pêşî ket pêşiya Partiya Netewperest a Baskê (PNV) û bû xwediyê 6 wekîlên li Parlamentoya Îspanyayê.

Berevajiya Katalonyayê, partiyên serxwebûnxwaz ên li Welatê Bask encamên serfiraz bi dest xistin.

EH Bildu ku nûneriya çepa netewperest dike, bû partiya herî serkeftî ya li Baskê.

Bildu di hilbijartinê de cara pêşî ket pêşiya Partiya Netewperest a Baskê (PNV) û bû xwediyê 6 wekîlên li Parlamentoya Îspanyayê.

Bildu yek ji van wekîlan ji Herêma Xweser a Navarrayê bi dest xist.

Tevlî 5 kursiyên PNV’ê, partiyên doza serxwebûna Baskê dikin, 11 kursiyên li parlamentoyê bi dest xistin.

Galîsya

BNG’ya çepgir a serxwebûnxwaz îsal dengên xwe yên li Galîsyayê derxist 9.5 ji %.

Ji bilî Katalonya û Welatê Baskê çavên gelek kesî li encamên Galîsyayê bû ku xwe wekî neteweyeke cuda pênase dike.

Katalonya, Welatê Bask û Galîsya sê herêmên xweser ên Îspanyayê ne ku xwe wekî “netewe” pênase dikin. Harite: Abogadorfranciscocorrea.wordpress.com

Li vê herêma xweser Bloqa Netewperest a Galîsyayê (BNG) kursiyeke xwe ya di Parlamentoya Îspanyayê de parast.

BNG’ya çepgir a serxwebûnxwaz îsal dengên xwe yên li Galîsyayê derxist 9.5 ji %.

Lê digel vê jî, BNG’ê hedefa xwe ya bidestxistina kursiyeke din pêk nanî.

Foto: Endamê EH Bildu yên li Welatê Bask serkeftina hilbijartinê ya partiya xwe pîroz dikin. / Nationalia

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …