Îspanyol û Katalan ji bo hukumetê li hev kirin

PSOE û Junts ji bo avakirina hukumeta nû ya Îspanyayê li hev kirin.

Di navbera her du aliyan de li Brukselê peymanek hat îmzekirin.

Di teksta peymanê de tê gotin, efû ji bo “proseya beriya û piştî referandûma self-determînasyonê ya 2014’an û ta 2017 e wê bê bikaranîn.”

Îspanya ji bo avakirina hukumeta duyemîn a Pedro Sanchez bi Katalanan re li hev kir.

Di navbera her du aliyan de li Brukselê peymanek hat îmzekirin.

Partiya Sosyalîst a Karker a Îspanyayê (PSOE) û partiya serxwebûnxwaz a Katalonyayê Junts tevlî hevdîtinan bûn.

PSOE ji aliyê sekreterê rêxistinbûnê Santos Cerdan û Junts jî ji aliyê serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemeont ve hatin temsîlkirin.

Îro her du alî li ser peymana hukumetê daxuyaniyekê dan.

Nûnerê Îspanyol Santos Cerdan peymanê wekî “firsenda dîrokî ya ji bo çareserkirina aloziyê” pênase kir.

Lîderê Katalan Puigdemont jî got, her du alî dixwazin bi vî peymanê “alîkariya çareserkirina aloziya dîrokî ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de bikin.”

Di peymanê de tê nivîsandin, “digel cudahiyên mezin ên di navbera her du partiyan de, Junts her heft dengên xwe yên li Parlamenyoya Îspanyayê wê ji bo hukumetê bi kar bîne.”

Dema ev yek pêk were, lîderê PSOE’yê wê bikaribe benda 176 kursiyan a ji bo avakirina hukumetê derbas bike.

Efû meseleya krîtîk bû

Katalanên ku ji ber herdu referandûmên serxwebûnê yên di navbera 2012-2023’an de rastî zilma hiqûqî hatibûn wê bên efûkirin.

Beriya peymanê, meseleya herî mezin a di navbera aliyan de efûya siyasî bû.

PSOE piştî hevdîtinan qebûl kir, naveroka efûya berê plan kiribû berfireh bike.

Di teksta peymanê de tê gotin, efû ji bo “proseya beriya û piştî referandûma self-determînasyonê ya 2014’an û ta 2017 e wê bê bikaranîn.”

Bi gotineke din, kesên ji ber herdu referandûman ku di navbera 2012-2023’an de rastî zilma hiqûqî hatibûn wê bên efûkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, alîgirên partiyên rastgir ên Îspanyayê bi rojane li hemberê plana efûkirinê ya siyasetvan û nûnerên saziyên sivîl ên Katalan protestiyan li dar dixistin.

Infowelat

————————

Foto: Endamên şandeyên her du aliyan ku li Brukselê hevdîtin li dar xistin. /Catalannews

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …